Amedspor bû pêşenga lîgê

02-03-2024
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Amedsporê bi vê serkeftinê avantajeke baş bi dest xist
Amedsporê bi vê serkeftinê avantajeke baş bi dest xist
Nîşan Amedspor Karamanspor
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Amedspor ku di lîga duyemîn a Tirkiyeyê de di rêza duyemîn de bû, li hemberî Karamansporê 4-1 bi ser ket û bi 56 pûanan bû pêşenga lîgê.

Amedsporê bi vê serkeftinê avantajeke baş bi dest xist.

Tîma Keskesor Amedspor ku di lîga duyemîn a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê de dilîze, vê carê li mala xwe mazûvaniya Karamansporê kir.

Alîgirên Amedsporê hîn 3 demjimêr beriya pêşbirkê ber bi stadyûma Amedê ve kişiyan.

Alîgirên Amedsporê beriya pêşbirkê dest bi texmînan kir.

Armanca hemûyan bidestxistina 3 pûanan û avarajeke baş bû.

Dema pêşbirka Amedsporê dest pê kir alîgiran bê navber 90 xulekan piştgiriya tîma xwe kir.

Her piştgiriyek bû golek û li qeleyê Karamansporê bariya.

Amedsporê 4-1 ji rikabera xwe Karamanê bir û bi 56 pûanan bû pêşenga lîgê.

Pêşbirk tam li gorî dilê alîgiran bû.

Amedsporê bi serkeftina li hemberî Karamanê avantajeke baş bi dest xist lê di navbera wê û tîmên duyemîn û sêyemîn de tenê pûanek ferq heye.

Amedspor dixwaze vê avantaja xwe biparêze, lîgê pêşeng biqedîne û derbasî lîga yekemîn bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst