Li Mûşê xelk ji ber kêmbûna pijîşkan mexdûr dibin

29-04-2019
RÛDAW
Nîşan Mûş Nexweşxane Pijîşk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Mûşê yê Bakurê Kurdistanê welatîyên nexweş ji ber tunebûna pijîşkan li Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê mexdûr dibin. Welatiyên bajêr dibêjin divê berpirs û kesên tekîldar demildest çareyek ji wan re bibînin.

 

Li gor nûçeya ajansa Îlkhayê li Mûşê kesên ku nexweş in û nasên wan ên ku ji bo dermankirinê diçin nexweşxanê ji ber kêmbûna pijîşkan mexdûr dibin û ew daxwaz dikin divê rayedar demildest ji vê pirsgirêka wan re çareyekê bibînin.


Welatî diyar dikin herî zêde pirsgirêk di polînîkên welidîna jinan de heye û ji bo ku ew dorê bistînin bi seatan di rêzê de dimînin û gelek ji wan jî nikarin dorê bistînin û destevala vedigerin mala xwe. Welatî ji ber van pirsgirêkan bang li rayedaran dikin da ku pirsgirêk bên çareserkirin.


Omer Uslu ku nasê wî nexweş e, bi gotina wî ew du roj in ji bo standina dorê diçe nexweşxanê lê wî dor wernegirtiye. Ew dibêje: “Ev bû 2 roj ku ez seat 6ê şeveqê têm Nexweşxanê Dewletê ya Mûşê, lê belê hêj min fîşa dorê nestandiye.  Doh ji 60 nexweşî re fîş dan û îro 50.  Nêzîkî 200 kesên nexweş tedawî nebûn û vegerîyan mala xwe.  Ji bo 300 kesên nexweş bes 2 doktor hene.”


Welatîyê bi navê Îrfan Şahîn jî banga çareserkirina pirsgirêkan li rayedaran kir û got: “ Li Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê em tev mexdûr dibin. Rojê nêzîkî 300 kesên nexweş tên, lê belê li nexweşxanê bes 2 doktor hene. Em dixwazin ku rayedar vê pirsgirêkê çareser bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst