Hawirdekirina ajel û goştê sor ji Iraqê hate qedexekirin

27-07-2017
RÛDAW
Nîşan Hawirdekirin qedexe nexweşî sêla çêlekan goştê sor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ji bo rêgirtina nexweşiya "sêla çêlekan", li Herêma Kurdistanê hawirdekirin û anîna ajel û goştê sor ji deverên navîn û başûrê Iraqê hate qedexekirin.

 

Rêveberê Tendirustiya Ajelan a Wezareta Çandiniyê ya Herêma Kurdistanê Dr. Mîqdad Îbrahîm Akrêyî ji Rûdawê re ragihand, ku ji roja 20ê Tîrmeha 2017an ve nivîs şandine hemû xalên kontrolan û rêveberiyên Veterîneriyên parêzgehên Herêma Kurdistanê û aşkere kirine, ku ji deverên navîn û başûrê Iraqê, anîn û hawirdekirina hemû cûre ajel û goştê sor hatiye qedexekirin.

 

Ji ber ku nexweşiya "sêla çêlekan" li parêzgeha Wasit a Iraqê belav bûye, Wezareta Çandiniyê ya Herêma Kurdistanê jî biryara qedexekirina hawirdekirina goştê sor da.

 

Herwiha Rêveberiya Tendirustiya Ajelan Dr. Mîqdad Îbrahîm Akrêyî aşkere kir, ku Wezareta Çandiniyê ya Iraqê bi awayekî fermî Herêma Kurdistanê agahdar nekiriye û destnîşan kir, ku Herêma Kurdistanê bi xwe li ser vê mijarê lêkolîn kiriye û biryar daye.

 

Akrêyî amaje bi wê yekê kir, ku li Herêma Kurdistanê ev nexweşî tune ye û her dem pişkinîn û lêkolînên pêwîst têne pêkanîn.

 

Serokê Lijneya Jîngehê ya Encumena Parêzgeha Wasitê Dr. Xalid Îcyawî jî ragihand, ku li parêzgehê piştî pişkinîna 1911 çêlekan, 1174 çêlek nexweş derketine.

 

Herwiha Îcyawî diyar kir, niha 900 çêlek mane ku hîn pişkinîna wan nehatiye pêkanîn, eger ew jî nexweş derkevin, dê ew jî werin jinavbirin.

 

Sêla çêlekan nexweşiyeke çêlekan e û ji çêlekan jî vediguheze mirovan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst