Kurdistanê ji bor wergirtin û firotina dermanan biryarên nû derxist

22-02-2017
RÛDAW
Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Rêkewt Heme Reşîd
Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Rêkewt Heme Reşîd
Nîşan Herêma Kurdistan Wezîrê Tendirustî Rêkewt Heme Reşîd Dermanxane Derman
A+ A-

Silêmanî (Rûdaw) – Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Rêkewt Heme Reşîd ragihand, wan li ser wergirtin û firotina dermanan, biryarên nû dane.

 

Îro çarşemî 22ê Sibata 2017ê, Wezîrê Tendirustiyê Rêkewt Heme Reşîd li Silêmaniyê konferanseke çapemeniyê li dar xist û tê de diyar kir, wan weke wezaret bi pizîşk, dermanfiroş û karmendên tendirustiyê re civînek pêk anîne û di civînê de li ser standin û firotina dermanan, biryarên nû dane.

 

Heme Reşîd tekez kir, li dermanxaneyan firotina ji xeynî dermanên diyarkirî qedexe ye û herwiha ew dê dermanên ku hin şirket ji derve hawirde dikin, heta ku ji kontrolê derbas nekin, destûrê nadin were firotin.

 

Herwiha Wezîrê Tendirustiyê yê Kurdistanê destnîşan kir, li deverên Soran û Pişderê gelek dermanxane û şirketên dermanan hatine daxistin, ku ew bi rêyeke neyasayî dixebitîn.

 

Rêkewt Heme Reşîd diyar kir, ku li Herêma Kurdistanê serperiştî û kontrolkirina dermanan dê berdewam be û kesên ku bi awayekî neyasayî kar bikin, dê bêne cezakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst