Fransa danîna maskê ji bo zarokên 6 salî jî dike neçarî

02-01-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Desthiltên Tendirtustiyê yên Fransayê ragihandin ku zarokên 6 salî û mezintir, pêwîste li cihên giştî yê girtî, maskê bikar bînin, piştî ku ji bo roja çaremîn li ser hev hejmara pêketiyên bi Coronayê li wî welatî 200 hezar kes derbas kir.

Fransa ji bo ku neçar nebe dibistanan bigire û rûbirûyî hejmara zêde ya pêketiyên vîrusa Coronayê bibe, bikaranîna maskê ji temenê 11 salî bo 6 salî kêm kir.

Biryar e li Fransayê sibe piştî bêhnvedanên Krîsmas û serê salê careke din dibistan destpê bikin û pêwîste zarok ji temenê 6 salî ve di wesayitên veguhastina giştî û saziyên werzişî de maskê bikar bînin.

Di çarçoveya tundkirina tedbîran de, li bajarên Parîs û Lion li cihên vekirî jî pêwîste zarok maskan deynin.

Di roja yekem a sala 2022an de, li Fransayê 219 hezar û 126 kes bi Coronayê ketin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst