Festîvala Hinar û Payîzê ya Helebceyê îro bi dawî dibe

29-10-2022
RÛDAW
Nîşan Festîvala Hinar û Payîzê Helebce
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Helebce ya Herêma Kurdistanê Festîvala Hinar û Payîzê tê lidarxistin. Endamê komîteya Festîvala Hinar û Payîzê ya Helebceyê diyar kir ku di festîvalê de 700 kesan berhemên xwe pêşkêş kirin û pêşwaziya xelkê ya festîvalê ji salên borî zêdetir e, her wiha diyar kir ku îro danê êvarê dê festîval bi dawî bibe.

Li Helebceyê heştemîn Festîvala Hinar û Payîzê roja 27ê Cotmeha 2022an dest pê kir. Endamê komîteya festîvalê Erselan Abid îro Şemiyê ji Rûdawê re ragihand, “Festîval dê êvara îro bi dawî dibe. Bi awayekî fermî 700 ji cotkar û baxçevanan bigire heta jinên esnaf jî beşdarî festîvalê bûne. Tu salekê bi qasî îsal beşdarî û firotin nebûye.”

Festîval bi hevkariya hejmarek rêxistin û Rêveberiya Çandiniyê ya Helebceyê tê lidarxistin û komîteyeke bilind jî ji bo birêvebirina wê hatiye avakirin. Erselan Abid diyar kir, hûrgiliyên firotin û dahata festîvalê dê îro danê êvarê werine ragihandin û niha bi rêya komîteyê amar têne komkirin.

Salane herî zêde berhemanîna hinar li parêzgeha Helebceyê ye ku li ser 9 hezar donim derdora 35 hezar ton hinar dikevine bazarê lê îsal ji ber hişkesalî û sermaya zivistana par, berhem nîvî kêm bûye. Li gorî Erselan Abid, hinara îsal a Helebceyê ji ya par baştir e.

Festîvala Hinar û Payîzê ya Helebceyê sala borî di 14ê Cotmehê de dest pê kir û sê rojan berdewam kir, nêzîkî 200 hezar kesan serdana festîvalê kiribûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst