Li dikana “Yûsifê Kor” 132 sal in giyayên derman û biharatan tên firotin

27-01-2023
RÛDAW
Li dikana “Yûsifê Kor” 132 sal in giyayên derman û biharatan tên firotin
Li dikana “Yûsifê Kor” 132 sal in giyayên derman û biharatan tên firotin
Nîşan Yûsifê Kor Derman
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – 132 sal in dikana herî kevn a giyayên derman û biharatan li navenda bajarê Amedê ya Bakurê Kurdistanê karê xwe berdewam dike. Bi dehan cor biharat, çay û giyayê xwezayî yên bêhnxweş li refên dikanê hatine rêzkirin.

Xwediyê Dikana Yusifê Kor, Suleyman Onur li ser peydakirina giyayan got, “Kesên kom dikin hene, em ji wan re dibêjin û giyayên pêwîst di nav xwezayê de li çiyayan kom dikin û bo me tînin. Em van berheman ligel zanebûna ku me ji kevin de wergirtiye distirên û pêşkêşî mirovan dikin. Ligel vê yekê biharatan jî difroşin. Li vê derê em hewl didin bi giyayan ji nexweşan re çareseriyê bibînin.”

Dikana “Kor Yusif” an jî “Yusifê Kor” di sala 1891an de hatiye vekirin. Heta niha navê dikanê hatiye parastin ku kesekî katolîk ê Kildanî bûye Yusifê Kor.

Xwediyê Dikana Yusifê Kor, Suleyman Onur anî ziman, “Di dema borî de wek beriya 130 salan dermanxane jî nebûn, pizîşk jî. Ji ber vê yekê xelk dihatin ji vê derê çareserî werdigirtin. Yusifê Kor kesekî jîr bû, corê giyayan gelekî baş dizanî. Ew kesekî ku gelek alîkarî daye xelkê.”

Ev dikan nêzîka 150 sale ku bijarteya beşek zêde ya Amediyan e. Kiryarên daîmî tên ji vê derê pêwîstiyên xwe dikirin.

Kiryar Hurrem Yalçin got, “Daxwaza me ya biharatên tevlîhev tenê ev dikan dizane. Dibe ku gelek cihên din jî bizanibin lê tameke taybet a me biharatan heye û tenê ev tam li vê derê heye.”

Piştî ku neviyên Yusifê Kor di sala 1950 de koçî Stenbolê kirine, dikan radestî dayik û bavê Silêman Onur kirine vê yekê jî nehiştiye ku pîşeya Yusifê Kor, kor bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst