Di betlaneya Cejna Qurbanê de geştyaran berê xwe dane Mêrdînê

25-06-2023
Zînê Cahîde Akgul
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Mêrdîn Geştiyarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi hezaran geştyar ji bo betlaneya Cejna Qurbanê berê xwe dane parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê.

Geştiyar qefil bi qefil xwe berdidin nav kolanên teng û kevirî da ku rêwîtiyekê ber bi dîrokê ve bikin.

Serokê Komeleya Geştyariyê û Hotelan a Mêrdînê Ozgur Gurgor got “Niha ji ber dibistan ketine betlaneyê û Cejna Qurbanê ye serdaneke zêde bo Mêrdînê heye. %80 heta 90î cihê me tejî bûne. Bajarê Mêrdînê taybet e, bajarekî dîrokî ye. Hem ji aliyê çandê û hem jî ji aliyê baweriyan ve bala geştyaran dikşîne. Li gor rapirsiyekê ji her 10 kesan 7 kes dixwazin bên Mêrdînê.”

Ligel kolanên wê yên dîrokî, cihên wek mûzexane, Medreseya Kasimiye, Deyrulzafaran û Bajarê Dîrokî yê Dara cihên sereke yên bajar in ku bala geştyaran dikşîne.

Geştyareke jin dibêje “Bi rastî jî me gelekî eciband, bajarekî efsûnî ye, mirov dema tê vê derê matmayî dimîne. Mirov difikire gelo mirovên berê ev der çawa çêkirine? Gelekî xweş e, divê hemû kes bê bibîne. Bi taybetî Bajarê Dara yê dîrokî gelekî xweş e.”

Bajarê Mêrdînê ku wek bajarê pêkve jiyana pir olî û dîrokî tê naskirin her sal mazûvaniya bi hezaran geştiyarên biyanî û navxweyî dike. Li gor amarên Komeleya Geştyariyê û Hotelan a Mêrdînê sala borî nêzîka 2 milyon 700 hezar geştyaran serdana parêzgehê kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst