Li Erdexanê hewa sar e û welatî heta niha jî sobê pêdixin

14-07-2023
Zozan Çetîn
Nîşan Erdexan Havîn Sobe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erdexanê ya Bakurê Kurdistanê ye di meha havînî de hewa sar e û welatî ji ber sermayê hê jî sobeyên xwe pêdixin.

Di vê germa havînê de, Mustafa Demirbaş ê 83 salî li ber sobê rûniştiye û bi balebana xwe awazên dengbêjiyê yên Kurdî lê dide.

Welatî Mustafa Demirbaş dibêje "Hûn bixêr hatine. Li rojava xelk ji germa dişewite. Em jî li vir hê dibin berfê de ne. Heta niha jî sibê heta êvarî em sobê pêdixin. Devera me gelekî sar e. Roja Dûşemê li vir berf barî û pez dibin berfê de diçêriya."

Di demekê de ku niha li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tikriyê pileyên germê 35-40 pile derbas kirine hîn li Erdexanê pileyên germê bi şev dibin sifrê de ne.

Welatî Songul Demirbaş got "Wek hûn dibînin li vîr hê hewa sar e. Em di nav şert û mercên zehmet de ne û em heta niha sobê pêdixin, kes bawer nake ku em hîn sobê pêdixin.Wek hûn dibînin me sobe pê xistiye û çayê daniye ser."

Niha di nav hemû parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê de cihê herî germ navçeyên Cizîr û Silopî yên parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê ne ku 40 pile derbas kirine û parêzgeha herî sar jî Erdexan e ku 2000 metre ji asta deryayê bilind e û pileya germê li wê derê 2 ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst