Agirê Rojhilata Navîn; Amerîkaya Joe Biden çi dixwaze?

28-10-2023
Adil Baxewan
A+ A-

Sala bê hilbijartineke herî mezin li Amerîkayê heye. Rêveberiya Joe Biden dixwest Amerîkiyan û tevahiya cîhanê bîne ser wê qinyatê ku Rojhilata Navîn aniha ji her demê bêhtir aramtir û hêmintir e. Bi radeyekê ku tew pêwendiyên Îsraîl û Erebistana Siûdî jî dê asayî bibin. Lê ji 7ê Çiriya Pêşîn û vir ve, hemû cîhanê bi giştî û Amerîkiyan bi taybetî fêm kir ku îdareya Biden ji ketwareke şênber biwêdetir, qala rewreweke berfireh dikir!

Rêveberiya Demokratan ku dixwest êdî di nav çirava Rojhilata Navîn de neteqine û li ser sawêr û xeyalên xwe bimîne wekî xeyala danûstandinên serkeftî yên bi Îranê re, xeyala kontrolkirina milîsên li Îraqê, xeyala marjînalkirina Doza Filistînê û gelek xeyalên din, careke din, lap mîna sala 2014an gava ku DAIŞê Mûsil dagir kir, bi neçarî vedigere Rojhilata Navîn û piştgiriya xwe ya bê şert û merc ji Îsraîlê re dipeyitîne û bi tundî gefan li Hizbullah û milîsên din ên Sûriye û Îraqê dixwe ku ji awayê tevgera xwe ya bi bûyeran re miqate bin.

Dibe ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken di tevahiya jiyana xwe de, bi qasî van çend rojan dema xwe li kêleka telefonê derbas nekiribe. Ji Mehmûd Ebas bigire heta Bin Zayid, Bin Selman, Bin Hemed, Mareşal Sîsî, Erdogan û tew bi Lubnanî û navendên nêzî Sûriye û Îranê re, bi her kesî re têkilî daniye.

Ji aliyekî ve, Anthony Blinken dixwaze wan îqna bike ku êrişa Bizava Hemasê şermezar bikin. Ji aliyekî din ve jî, dixwaze destwerdanê bikin ji bo ku şer tenê û tenê di navbera Îsraîl û Hemasê de bimîne û ti kom û aliyên dîtir pozê xwe di cengê de wer nedin.

Ji ber vê yekê, bûyerên Rojhilata Navîn careke din Îdareya Demokratan neçar dikin ku bi her kesî re tevbigerin û vegerin bal hemî aliyan, bila ew alî di çavê wan de Şeytan bi xwe bin jî. Belgeya herî baş jî ew e ku tomeriya rexneyên li hikûmeta Benjamin Netanyahu kuta dibin û êdî qala projeyên wî yên nedemokratîk, reforma çewt a pergala dadweriyê û stratejiyên wî yên şaş nayê kirin. Tiştê tikîtenê ku niha tê qalkirin û şewq li ser tê danîn, piştgiriya bê şert û merc û hevkarîkirina Îsraîlê ye ji bo ku di vê ezmûna xwe de bi ser keve.

Dema ku gemî niqoyî bin avê dibe, kes napirse kî berpirsê têkçûnan e, li şûnê hemû bi hev re kom dibin da ku keştiyê rizgar bikin û hesabgirtin û darizandin dûv re dest pê dike. Loma jî serokê Amerîkayê her kesî agahdar dike, hemî aliyan hişyar dike û dibilîne: Her dijminekî Îsraîlê ku vê derfetê bi kar bîne û mifayê jê wergire, wê teqez bac û berdêlên giran bide.

Bê guman, piştevaniya Amerîkayê ne tenê bi dev e. Lê di heman demê de xuyangeke wê ya şênber jî heye û ji duh ve USS Gerald – Ford ku yek ji mezintirîn keştiyên firokehilgir li cîhanê ye, Deryaya Spî ya Navîn derbas dike û berî dide Rojhilata Navîn.

Li hêlekê, erka vê baregeha leşkerî ya li deryayê piştgiriya Îsraîlê di dema pêwîst de ye û li hêla din jî çavdêrîkirina livûtevgerên Komara Îslamî ya Îranê ye, ji ber ku her destwerdaneke rasterast a Îranê dikare hemû rêgezên lîstikê serobinî hev bike û biguhêre.

Li milekî din, tevî hemî cudahî, nakokî û dubendiyên di navbera Komarî û Demokratan de, Rêvebiriya Joe Badin derbarê berevanî û piştevaniya leşkerî ya Îsraîlê de hevdengiyeke niştimanî bi dest xistiye. Ev yekdengî rewşeke herî sosret e û kêm caran li ser hin dozên din pêk tê. Wekî mînak, şerê Ukraynayê nikarîbû vê hevdengiyê di nav Amerîkiyan de çêbike, tew hejmara Komariyên ku daxwaz dikin Amerîka pişta xwe bide Ukraynayê, ne hindik e. Ango li hember yekdengiyeke bi vî rengî, êdî Biden nikare bi lez tevnegere û bernameyeke eşkere ya piştevaniya Îsraîlê pêşniyar neke.

Tevî van hemûyan jî, trajediya Rêveberiya Biden ew e ku ev zêdetirî du salan e dixwaze ji Rojhilata Navîn û arîşeyên wê bireve û xwe ji bo birêvebirina krîzên xwe yên bi Çînê re yekalî bike. Niha ku dîsa vedigere Rojhilata Navîn, baweriya xwe ji dest daye.

Siûdiyên ku hevalbendên wan ên daîmî bûn, vêga bi guman li wan dinêrin. Têkiliya Misra Mareşal Sîsî bi Biden û rêveberiya wî re têkiliyeke herî xerab e. Tirkiyeya Erdogan tenê bi berçavka reş Amerîkaya Biden dibîne û nakokiyên wan roj bi roj berfirehtir dibin. Ango Joe Badin vedigere Rojhilateke Navîn ku hevdu berdane û ev yek dê bi tu hawî karê wî li wir hêsan neke.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst