Nexşeya hêzên Şiî piştî hilbijartina pêşwext

28-10-2021
A+ A-

Yasîn Teha*

Piştî ketina rejîma Beisê di sala 2003an de, têgeha "Mala Şiî" derbasî nav ferheng û çanda siyasî ya Iraqê bû. Ev koma ku li jêr kirasê lêvegera Necefê, bi lîsteke hevpar û hevgirtî beşdarî hilbijartinê bû (2005), demeke zêde neçû rastî parçebûn, cudabûn û pirbûna cemseran hat. Heya di hilbijartina pêşdem a îsal de (2021) bû çar cemserên sereke yên cuda ku niha rewş û pêgeha wan bi vî rengî ye:

Yekalîbûna piranîbûna Sedir

Sedirî ku tevgereke cemawerî ya xwedî çek e, di hemî hilbijartinan de kursiyên xwe ji berê zêdetir kiriye. Di hilbijartina borî de (2018), Sedir bi 52 kursiyan ji koma 54 kursiyên Saîrûnê, di nav hêzên Şiî de yekem bû. Lê di vê hilbijartinê de, hejmara kursiyên xwe gihand bêhtirî 70 kursiyan. Ev jî dike derdora nîvê kursiyên hemî hêzên Şiî. Bi cudahiyeke berbiçav jî da pêşiya nêzîktirîn hevrika xwe ku lîsta Malikî ye (Dewleta Yasa) û 38 kursî bidest xistin.

Her çiqas hejmara dengên Sedir her di 600 hezarî de ye û ev jî dike rêjeyeke kêm ji tomeriya 40 milyon şêniyên Iraqê (ji %1.5), lê ji ber ku li gor lîstika demokrasiyê serkeftî ye û herwisa xwediyê baskekî çekdarî yê tekûz e (Seraya el Selam), niha wek xwediyê gotina yekem tê mêzekirin.

Di nava wê boykot û sarî û seqema di hilbijartinê de qewimî jî, Sedirî bi coş û kelecan çûn ser sindoqan, çimkî yek ji taybetmendiyên vê tevgerê îtaet û amadebûna cîbicîkirina fermanên serokê wan e li ser bingeha "sehkirin û îtaetkirin"ê.

Sîstanî ku lêvegera mezin û bilind a Şîeyan e li Necefê, bangewazî kir xelk bi kom herin dengdanê. Lê zêdebarî vê yekê rêjeya beşdariyê bi kotekî bi fermî gihişt bêhtirî ji %40î. Hin texmîn jî li ber ronahiya rapirsiyan bawer dikin heke ne ji Sîstanî bûya dê rêjeya beşdariyê her di derdora ji %30î de bima. Lê vê sisît û sarîtiya cemawerî Tevgera Sedir venegirt ku lîsta xwe kirin yekem.

Li gor hevkêşeyên piştî hilbijartinê, heke Sedir ne xwediyê gotina yekem be di danîna serokwezîr de, hevdengî heye ti hikûmet bêyî derbasbûna di baregeha wî de li Henaneyê naçe serî.

Herwisa qonaxa bê sîbera Sedir li ser gelek movikên Iraqê ji berê tîrtir dibe û wek ew bi xwe dibêjin li Iraqê dibe "serdema Sedir", xasma Amerîkî roj bi roj bêhtir vedigerin paş di dosyeyên deverê de.

Vejandina Malikî

Vegera Malikî bi hêzeke zêdetir bo nav parlamentoyê (38 kursî) bi rêya (Dewleta Yasa)yê yek ji pêşhatên neçaverêkirî yên hilbijartinê bû.

Malikî rikeberekî serhişk, karakterekî siyasî yê aloz û hejmareke dijwar e. Lê dîsa jî gelek kelem li pêş wî hene heke hewl bide vegere serokatiya wezîran, xasma vetoya berê ya Sîstanî "nabe kesê ceribandî careke din were ceribandin". Ji xeynî akamên ketina Mûsilê û komkujiya Spaykerê (2014). Herwisa pirsgirêkên wî (Malikî) yên komîserhevbûyî bi Kurdan û hêzên siyasî yên pêkhateya Erebî ya Sunî re.

Çûrisîna stêrka şensê Malikî di demekê de tê ku Fetiha Heşda Şeibî bi paş ve çû û ezmûna Hizbullahê (Hereketa Hiquqê) di beşdarbûna hilbijartinê de tûşî yekem şikestina xwe ya mezin hat. Vê yekê jî hin kes û alî anîn ser wê baweriyê ku Malikî kursiyên Heşda Şeibî daqultandin. Çimkî her du li ser eynî hêla konevanî ne û Malikî xwe wek bavê bingehdar ê Heşdê dibîne, tew berî derketina fetwaya Sîstanî ya cîhada Şîeyan li dijî DAIŞê jî.

Niha Malikî di bereya Îranê de tê hejmartin. Lê li gor hin kesan, ji ber qurretî û pozbilindiya wî, Malikî bi temamî ne îtaetkar û stûxwarê Tehranê ye. Pêkan e bi aliyên li derveyî Tehranê re jî hevkar be.

Beşeke berbiçav a kursiyên ku Malikî bidest xistin li derveyî Partiya De`wayê ne. Ev amaje ye ku Malikî di salên serokwezîrtiya xwe de, toreke berjewendiyan û şepêleke sîber çêkiribû ku bawer dikin vegera Malikî wek salên 2005-2014an ku nirxê bermîleke neftê giha 114 dolaran, tijî derfetên kar û damezirandin û budceya qebe û projeyên zêde yên hilberînê dibe ku wan nav lê kir "salên xêr û xweşiyê".

Fetiha Heşda Şeibî

Ne zêdegavî ye heke were gotin ku daketina hejmara kursiyên Hevpeymaniya Fetiha Heşda Şeibî bo kêmtir ji nîvê hejmara xwe ya berê, yek ji bûyerên herî mezin ên nepêşbînîkirî yên hilbijartinê bû.

Berî hilbijartinê, serokê wê hevpeymaniyê Hadî Amirî û Serokê Tevgera Esaîbê Qeys Xezelî, ji carekê bêhtir tekez dikirin ku "ev hilbijartin hilbijartina Heşdê ye". Ji pêwîst zêdetir jî qurbaniyên Heşdê û çîrokên rûbirûbûna DAIŞê ji aliyê Heşdê di bangeşeya hilbijartinê de bikar dianîn. Lê derket ku sihira vê hîkayetê wek sala 2018an li cem cemawerê Şîe nemaye.

Di hilbijartina borî de, çekdarên Heşdê nû ji şerê DAIŞê derketibûn û nola xelasker dihatin temaşekirin. Toz û tirabêlka şer û xwîna qurbaniyên wan bi ala bangeşeyên wan ve zeliqî bû. Lê di dema çar salên borî de, ku xwepêşandanên Cotmehê û kuştina 600 ciwanan bi destê çekdarên komên Şiî di wan de qewimî, wêneya Heşdê mîna berê pak nema û xîjik lê ketin. Di van salên dawî de jî, navê Heşdê tev li wergirtina xûkî û bêşan, qaçaxçîtî û tirsandinê bû. Lewra jî hejmara kursiyên wan li parlamentoyê ji 47 kursiyan daket kêmî 20 kursiyan.

Lîder û serkirdên Heşdê pêkutiyê dikin ku sextekarî di hilbijartinê de hatine kirin û ev sedema paşveçûna wan e. Li gor hinek kesên nêzîkî Esaîbê jî, sedem vedigere lawazî û sisîtiya karnameya Hadî Amirî û vêga kampînek heye ji bo veguhastina serokatiyê ji Qeys Xezelî re.

Bi baweriya hinekên dîtir jî, hêz û giraniya Heşdê bi hejmara kursiyên wê nayê pîvankirin, xasma ku nêzîkî 200 hezar çekdar û karmendên wê yên mîlak bi fermî hene. Herwisa Heşd xwe pîroz û encama fetwaya cîhada Şiî dibîne. Komara Îslamî ya Îranê her piştevaniyekê dide Heşdê û mana wê misoger dike. Tew pir tê qalkirin ku ezmûna Heşda Şeibî ji bo Efxanistanê were veguhastin, ku niha di bin destê hukmdariya Talibanê de ye.

Hekîm – Ebadî

Hevpeymaniyeke din ji wan her çar cemserên Şîe yên sereke yên vê hilbijartinê, Hevpeymaniya Hêzên Dewletê (Hekîm û Ebadî) bû. Lê bi şêweyeke neçaverêkirî bû wek dû û hilmê û kursiyên wê ji bo 5 kursiyan tenê kêm bûn. Di demekê de ku berê bingeha parlamenî ya her du aliyan ji 50 kursiyan zêdetir bû. Lewra dê nûnertiya vê cemserê di parlamentoya bê de bi temamî qels û lawaz be.

Di demekê de ku Emar Hekîm mîratgir û nûnerê malbata Hekîmê Tebatebayî û neviyê lêvegera bilind a koçkirî ya Şîeyan Seyid Muhsin Hekîm e. Heyder Ebadî jî ji xeynî çar salên serokatiya wezîran (2014-2018) xwe wek xwediyê serketina şerê dijî DAIŞê û serwerê vegerandina Kerkûkê li hembêza Iraqê dibîne.

Qala gelek sedeman tê kirin derbarê hokara vê paşveçûnê. Hinek ji wan girêdayî gotara xwemezindîtinê ne. Bi baweriya hinekên din jî, êdî taqeta mezac û cemawerê Şiî ji wan kesan nemaye ku di navçeya gewr de dilîzin û gotareke wan a zelal tune ye.

Berî vê yekê jî, çi Şepêla Hikme ya Hekîm û çi hevpeymaniya Ebadî tûşî cudabûneke zêde ya endam û kadroyan bûn û ew bi xwe jî berê ji hinavê cudabûnê hatibûn. Hekîm ji nav Encûmena Bilind a Îslamî û Ebadî ji Partiya De`wayê. Bi rêya terkandina gotara çemberên îdeolojî yên rastgir ên Şiî, çavê her duyan jî (Hekîm û Ebadî) lê bû dengên nerm û sivîl û tew dengên li derveyî civakên Şiî jî berhev bikin. Lê wek Kurd dibêjin diyar e ew hem ji dêrê û hem jî ji mizgeftê man!

Cemserê Cotmehê (Tişrîn)

Di hinavê bajarên Şiî de, çend berbijêr, hêzên serbixwe û nûnerên xwepêşanderên Cotmehê (Tişrînê) biserketin û gihiştin perlemana bê. Ev pêşhateke nû û rewşeke bêhempa ye. Li bajarê Necefê, pênc kandîd ji vê bereyê gihiştine perlemanê û xwe wek nûnerên kolanê dibînin. Li Nasiriye û Musena û bajarên din jî ev jidayikbûna perlemanî ya nû heye ku eger heye bigihin derdora 4 kursiyan. Her çiqas çek, dirav û mezheb di destê Tişrîniyên nû de tune ne û berê wek bêexlaq û bêol dihatin sêwirandin, ji niha bi şûn de li hember hêzên mezhebî yên Şiî bûne rastî û defakto.

Her çiqas çek, dirav û mezheb di destê wan de tune ne, lê bê guman dê ji bo hêzên texlîdî yên başûrê Iraqê di karê perlemanî de bibin cihê bêzarî û serêşê, xasma ku nêta wan a pêşkêşkirina nimûneyeke cuda heye.

* Yasîn Teha şarezayê karûbarên Iraqê ye. Teha ev gotar taybet ji Navenda Lêkolînên Rûdawê re nivîsî.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

 Hîwa Cemal

Xakjimêrî

Di heyama 30 salên borî de, qet nebe sê caran derfet ji Kurdan re peyda bûye ku navçeyên Kurdistanî yên li derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê vegerînin