Trump û Putin, ber bi dorpêçkirina Ewropayê ve!

24-12-2023
Adil Baxewan
A+ A-

Sala 2024an ji bo Yekîtiya Ewropayê (YE) dê saleke pir dijwar be. Derfeta derketina holê ya krîzên mezin lap xurt e. Texmîna ku piraniya welatên Yekîtiya Ewropayê jê ditirsin, ji bilî Îtalyaya Miloni û Meceristana Orban, di asteke bilind de ye û gengeşeya yekem a li pişt perdeyên dîplomatîk ev e: Vegera Donald Trump li Koşka Spî!

Ewropayî pir bi hûrgilî çavdêriya proseya hilbijartinên Amerîkayê dikin, ji ber ku dizanin çi bandoreke wan a dîrokî li ser hebûna Yekîtiya Ewropayê di dîroka têkiliyên cîhanê de heye.

Trump hîna venegeriyaye, lê Kongresa ku di bin hegemonyaya Komarparêzan de ye, 60 milyar dolarên ku divabû Washington wekî alîkarî bida Ukraynayê da ku li hember Rûsyaya Putin nekeve, asteng (blok) kir.

Ev ji bo Ewropayiyan geşedaneke pir metirsîdar e, ji ber ku şerê ku niha diqewime ne li Amerîkayê lê li ser axa wan diqewime û gefa Rûsyaya Putin jî di serî de ne li ser Amerîkayê lê li ser wan bi xwe ye.

Blokkirina wan 60 milyar dolaran nîşaneke xurt e ku di kêliya vegera Trump de, ne merc e ku Putin êdî wekî dijmin were dîtin, herwisa ne şert e ku şerê Ukraynayê jî wekî şerê hemî rojavayiyan were dîtin.

Berevajî vê yekê, Donald Trump gelek caran dubare kiriye ku projeya pêdeçûna NATOyê ku di gera yekem a serokayetiya wî de dest pê kiribû û bi dawî nebûbû, dê ji nû ve dest pê bike û behsa wê yekê dike ku ew ê hemû mekanîzmayên NATOyê di bin çavan re derbas bike û çarçoveyeke nû jê re deyne.

Bê guman ji bo Ewropayiyan ev trajediyeke mezin e, ji ber ku ew li hember Amerîkayê di rewşa paşverûtiya leşkerî ya radîkal de ne.

Trump ne tenê ji derve ve gefan li YEyê dixwe, lê di hundirê YEyê de jî Trumpekî piçûk heye ku navê wî Viktor Orbanê Mecerîstanê ye, rêziknameyên navxweyî yên saziyên Yekîtiya Ewropayê maf didinê ku piraniya herî zêde ya biryaran veto bike.

Orban dostê nêzîk ê Vladimir Putin û Donald Trump e, xût mîna Komarparêzên Kongresê, berî çend rojan vetoya xwe bi kar anî da ku YEyê nikaribe wan 50 milyar euroyên ku hatibûn pêşniyarkirin nola alîkariyê pêşkêşî Ukraynaya Zilinski bike.

Ev hemû bûyer di berjewendiya Pûtinekî de ne ku Ewropayiyan berî çend mehan dixwest wî bigirin û bi sûcê tawanên şer dadgeh bikin!

Bêyî wan 60 milyar dolarên Amerîkayî û 50 milyar euroyên Ewropayiyan, Ukrayna bi ti awayî nikare û dê nikaribe bi Rûsyayê re şer bike, herwiha dê destê Vladimir Putin bêhtir vebe ji bo ku hemû şert û mercên xwe li ser Zilinskyê baskşikestî ferz bike û serketî ji şer derkeve.

Vladimir Putinekî serketiyê şer ji aliyekî ve û Donald Trumpê guhertoya duyê ku bi ruhê tolhildanê vedigere Koşka Spî ji aliyê din ve, du metirsiyên herî mezin in ku aramiya derûnî û dîplomatîk a Ewropayiyan têk birine ji ber ku ew dizanin ku Trump ji piraniya pergala wan a tevgera bi saziyên navneteweyî re, nemaze NATOyê, hêrs û nerazî ye.

Herwiha dizanin ku nêrîna Trump a li cîhanê 180 pileyan ji nêrîna wan cuda ye. Paşê dizanin ku dê di hemû meydanan de destê xwe têxe gewriya wan û zextan li wan bike.

Haya wan jê heye jî ku Donald Trump dikare hemû têkiliyên Amerîkayê bi Putin re asayî bike û qet ne dûr e jî ku li Koşka Spî û bi hemû kodên protokolê pêşwaziya wî bike yan jî ew bi xwe serdana Moskowê bike û wekî ku dibêje, "di 48 saetan de dawî li şerê Ukraynayê bîne!"

Di rewşeke wiha de Ewropayî dikevin navbera kula Donald Trump û koleraya Vladimir Putin û pir bi qelsî û şikestî vedigerin ser maseya danûstandina bi aliyên xurt û serketî re.

Hîna wekî pêwîst Ewropayiyan guhertinên mezin ên ku li cîhanê pêk hatine fêm nekiriye û hejmareke zêde, qet nebe ji siyasetmedarên wan, bawer dikin ku hevalbendiya navbera Amerîkayî û Ewropayiyan zewaceke katolîk a mayînde ye!

Ev xeyal li nik welatên Kendavê berî Mihemed Bin Selmanê Erebistana Siûdî û Mihemed Bin Zayidê Îmaratî jî hebû, lê van her du aktoran zû bi zû guhertinên mezin bi taybetî yên jeopolîtîk fêm kirin û nexşeya siyasî ya welatên xwe li cîhanê ji nû ve xêz kirin.

Her çend dereng e! Lê heke YE zûtirkê polîtîkayên xwe yên leşkerî, aborî, dîplomatîk û tew yên peyrew û programa navxweyî ya YEyê sererast neke, qet ne dûr e ku di salên bê de her tiştî ji dest bide û li dawiyê di marjînalê de bi tenê wekî aktoreke neçalak bimîne.

Yekîtiyeke Ewropayê ya bêyî artêşeke xurt ku bi 27 welatan nikaribe li hember Rûsyaya Putin axa xwe biparêze, Yekîtiyeke Ewropayê ku 447 milyon e lê Orbanekî Mecerî ku bi tenê 9 milyon e bikare wê blok bike, bê guman nikare li ser asta guhertinên dîrokî yên mezin be û ger nemire jî dê her di tarî û marjînalê de bimîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst