Hîtler jî bi hilbijartinê hat

24-02-2025
Arif Qurbanî
Nîşan Almanya Hilbijartin Hîtler
A+ A-

Li kêleka vê arasteya populîzma cîhanî ku li tevahiya cîhanê belav bûye û bilind dibe, welatên Ewropayê jî bi awayekî giştî ketine ber pêlên lezgîn ên geşbûna fikirên rastgir û tundrewiyê. Bi sûdwergirtina ji wê atmosfera azad a li welatên Ewropayê, bi pêlikana demokrasiyê û beşdariya di pêvajoya hilbijartinan de dixwazin bigihîjin hêz û desthilatê.

Di nav welatên Ewropayê de bi rêjeyên cuda û li her welatî di bin nav û bergên cuda cuda de, mijûlî xwenîşandanê ne lê xasma li Almanyayê xwe wekî rêgezeke nijadperest a eşkere li ser şêwaza Naziyên sedsala borî nîşan didin. Dirûşm û gotarên wan wekî wan destpêkan e ku Hîtler di bîstên sedsala borî de ji nav komeke biçûk a rastgirên tundrew hest û sozên Almanan dilivand û bi vî awayî gihîşt desthilatê.

Niha (Naziyên Nû) dane ser heman rêya ku Hîtler dabû ser. Hîtler du kom diyar kirin da ku dijberiyan wan bikin û wekî gef û metirsî li ser neteweya Alman li ber çavê civaka Alman sêwirandin û hest û sozên xelkê li dijî wan gur kirin, ku ew her du kom jî (Komûnîst û Cihû) bûn.

Bi vê sedemê û di bin bandora wê gotara neteweperest û hestlivîner de, gelê Alman xapand heta ku di destpêka salên sihî di pêvajoya hilbijartinê de gihîşt desthilatê. Paşê, ne tenê dest bi qirkirina her du komên ku destnîşan kiribûn kir lê bîr û baweriyên xwe yên xofdar jî kirin ketwar û cîhan bi şerekî wisa re rû bi rû kir ku 35 milyon qurbanî jê çêbûn.

Rastgirên tundrew ên îro di bin perçema dijberiya koçberan de bi dehan kom diyar kirine û ji xwe re kirine armanc. Bi liberçavgirtina pêşketinên teknolojîk ên leşkerî yên îro û armancgirtina komên berfirehtir, tê çaverêkirin ku di egera serkeftina van komên rastgir ên tundrew de karesatên xirabtir ji yên Hîtler bînin serê civaka Alman û mirovahiyê, ji ber ku çawa Hîtler bi wan komên ku diyar kiribûn ranewestiya û kontrolkirina cîhanê xist xeleka xewnên xwe, xwezaya tundrewiyê bi vî rengî ye, ev kom jî dê di dawiyê de di heman rêyê de bimeşin.

Ji aliyekî din ve jî bi nîşandana wê armanca xwe ku dixwazin Almanya ji Yekîtiya Ewropayê derxin, piştî vekişîna Brîtanyayê Almanya roleke sereke di serokatiya Ewropayê de dilîze. Bi kişandina Almanya ji vê yekîtiyê, ti garantî ji bo bi hev re mana Yekîtiya Ewropayê namîne û nayê zanîn ka dê bibin çend blok.

Her wisa, di egera bûyereke bi vî rengî de, maneya NATOyê jî bi vî rengê niha nayê garantîkirin. Ev jî gelekî di berjewendiyên Rûsya û dijminên din ên Yekîtiya Ewropayê de ye, loma jî tê çaverêkirin ku bi rê û kanalên cuda cuda bandorê li ser vê hilbijartinê bikin.

Her çend ji dûr ve ev mijar pirsêke herêmî ye û têkildarî wan welatan e jî di rastiyê de pirsgirêkeke cîhanî ye jî. Wekî çawa pêşketina ramana tundrewiya Îslamî û gihîştina wan bi desthilatê li çend welatên Erebî û Îslamî, metirsiyên wan ne ji bo gelên di bin desthilata wan tenê de bûn lê belê bûn metirsî û gef ji bo tevahiya cîhanê.

Tundrewî her tundrewî ye, îcar di her berg û rengekî de be, ezmûnê jî ev yek nîşan daye ku tundrewiya îdeolojîk li welatekî Ewropayê, ger ziyanên wê ji tundrewiya olî li welatekî Îslamî ne zêdetir bin, ne kêmtir in jî.

Hîtler nîşaneya herî diyar a vê nimûneyê di dîrokê de ye ku bi pêvajoya hilbijartinê û bi demokrasî hat ser desthilatê lê ji ber ku xwediyê ramaneke tundrew û îdeolojiyeke dijî jiyana hevpar û qebûlkirina cudahiyan bû, bû sedem û çavkaniya karesatên mezin ji bo hemû mirovahiyê.

Loma jî çawa ku metirsî û gef di dawiyê de dibe pirsgirêkeke cîhanî heke di destpêkê de pirsgirêkeke xwecihî ya welatekî biçûk jî be, pêwîst e ku astengkirina pêşketin û gihîştina desthilatê ya van koman jî pêvajoyeke cîhanî be.

Lê ji ber ku pêla populîzmê jî tê ku bibe diyardeyeke cîhanî, hêvîkirina hevgirtina cîhanî li dijî ramana tundrewiyê, tê ku bibe hêviyeke bê encam. Berevajî vê yekê, îro hest bi hevgirtin û hevkarîkirina di navbera komên tundrew de ji hevkariya dijberên wan zêdetir e. Destwerdan û piştgiriya Amerîkaya serdema Trump wekî lûtkeya populîzma cîhanî ji bo komên rastgir ên Ewropayê, ne nîşaneyeke baş e ji bo dahatûya mirovahiyê.

Almanya ket nav pêvajoya hilbijartineke pêşdem ku li ber ezmûneke dijwar û çarenûsaz e, ne tenê ji bo Almanyayê lê ji bo hemû cîhanê, ji ber ku heman rewşa ku Almanya di bîstên sedsala borî de derbas kir û Hîtler ji bo cîhanê derxist, îro piştî 100 salî di nav pêvajoyeke hevşêwe re derbas dibe. Dîmen, şert û karakterên wê, dubarebûna heman ezmûna sedsala borî ye.

Almanya bi saya cih, rol û bandora xwe ya li ser Ewropayê, xala herî girîng a ezmûnkirina aramî û ewlehiya cîhanî ye. Heke di dijberiya tundrewiyê de bi ser nekeve, piştî Almanyayê, dê welatên Ewropayê yeko yeko li pêşber pêla rastgirên tundrew li çok bibin.

Bi vê yekê jî cîhan derbasî qonaxeke dijwar dibe lê serkeftina Almanyayê di parastina nirxên xwe yên mirovî û prensîbên xwe yên demokratîk de, qet nebe ji bo demeke dûrtir wê metirsiyê ji ser mirovahiyê dûr dike.

Dibe ku xelkê welêt ji çarenûsaziya pêvajoyê fêm kiribe, lewra berevajî hilbijartinên borî, hest bi germî û coşeke pir mezin tê kirin. Rojane protestoyên gelêrî li dijî nijadperestan tên lidarxistin, kesên ku bi her sedemê ve ji beşdariya di dengdanê de sar bûn an jî di gerên borî de beşdarî pêvajoyê nebûne, dixwazin vê carê rola wan di nexşeya paşeroja welatê wan de hebe.

Ev çend rojên pêşiya me ji bo Almanyayê, ji bo Ewropayê û ji bo cîhanê jî destpêkeke girîng in û divê em bendewar bin.

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Arif Qurbanî / Wêne: Rûdaw Grafîk

Şaşfêmkirina Îranê

Bi gotina Kurdan 'ji ber ku rastî gunreşê xwe nehatibû' hem di ser xwe re çûbû û qure bûbû