Êzidî Kurd in an Kurd Êzidî bûn?

11-06-2024
Newaf Mîro
Nîşan Êzidî Kurd Dîn Netewe
A+ A-

Peyv û pirsa Êzidî Kurd in an ne Kurd in, meseleyê çareser nake. Bi raya min Êzdayetî ji Kurdistanê heta bi Kurdistanê ye. Kurdayetî ji Êzidîtiyê heta bi Êzda û Xwedê ye.

Ger em tenê hewl bidin peyva navê Xwedê, Xweda û Ezda şîrove bikin, em dê bi hêsanî bibînin ku wateya vê gengeşeyê nîne çimkî ziman bi xwe nasnameye.

Çawa zimanê dewletê yê fermî heye, ziman bi xwe fermîyet e. Zimanê jiyanê, yê zanînê, yê hezkirinê, yê Xwedê û ibadetê jî heye.

Zimanê Ola Îslamê Erebî ye, di heman demê de zimanê Xwedayê Misilmanan e lê Êzîdayetî zimanê jiyanê û axretê ye, yê xebat û marîfetê ye. Fermiyet û girîngiya zimanî, li nav tevahiya civaka Kurd ne bi qasî ya Êzidiyan ne.

Lê Kurdên Misilman dikarin bêyî bi Kurdî diayên xwe û ebadeta xwe bikin û navê fermî yê ola wan Rebb û Allah e. Yê Êzîdiyan zimanê hebûnê ye.

Di dîrokê de em dizanin gelek çand û desthilatdariyên olî hatine nav vê heremê. Her kî hatiye bizir û gemara xwe li pey xwe hiştiy lê ev ola qedîm, Êzîdayetî oleke xwezayî û ya şemsanî ye. Hemû şop û remzên xwe li seranserê rojhilata navîn hene.

Ji Girê Mirazan bigire heta bi Komagena/Semsûrê û heta bi jibermayî yên Ûrartûyan û Medan. Kî hatiye dîrok û çand li gorî nêrîn û berjewendiyên xwe yên olî û civakî guhertiye û nivîsiye.

Ola Êzîdayî yek ji ber mayînên ol û xwedênasiya ya berî olên pirtûkê ye. Beriya olên Îbranî yan Brahîmî ye. Helbet ev bi demê re hem hatiye guhertin û hem jî neçar maye xwe li gorî pergalên olên serdest biguherîne. Lewma gotineke Êzidiyan heye, (Bila biborin, ez sebeqa qewlî nizanim) dibêjin: Her dem bi demê re, her dem bi Xwedê re.

Ev tê wê wateyê ku guherîn pêwîstî û giringiya jiyanê ye.

Em dizanin ku netewe-dewlet ji şoreşa Fransayê pê ve saz bûn. Heta niha jî gelek welat û miletan pêvajoya xwe ya netewebûnê pêk neaniye. Ew jî çiqasî durist e û mafewer e ciyê şikê ye. Beriya netewe-dewletê, împaratoriya “Yek Xweda, Yek Pêxember,Yek Qral, Yek Navend û Papa” hebûn bi netew-dewletê re “Yek Dewlet, Yek Serok, Yek Netewe, Yek Yasa û Yek Ziman” fermî kirin û yê din di heman moxilê xwe re derbas kirin.

Esas miletên bûne serwer ziman, zanîn, dîrok û çanda xwe ferzkirine. Lewma ola fermî, pirtûka fermî, zimanê fermî, yasa û zagonên fermî sepandine. Êzîdayetî di nav vê çerxa hêzê de, bûye oleke mişextî û ya neyasayî. Heta ya “kafir û xwedênasan”.

Ola Êzîdayî weke me berê jî gotibû heta bi Hind û Ewropayê şaxê xwe vedane. Wekî Mîtrayî li Ewropayê dergehê wan jî hebûn li Îtalyayê.

Bi demê re ew heliyane, yan wan xelkên ev ol û ritûelên olî hebandine oleke din hilbijartiye yan jî neçar bûne ola fermî bihebînin.

Helbet nakokî û dijberiya hêz û hizrên kevn û nû her hebûye. Yên nû hatine her yên pêşiya xwe kêm, yan lawaz û tewş nîşan dane. Yên beriya xwe bi navên kirêt û kufrê dane nasîn.

Çawa Hezretî Îsa bixwe Cihû bû lê serwerên Cihû ew hizrên wî yên nû nepejirandine û ew li çarmixê xistiye. Li gorî agahiyan Zerdeşt Pêxember jî Kurd, yan Êzîdayî bûye lê yên ew bi Ehrîmanê bi nav kiriye û bi destê Farisên bixwe berê Yazdayî bûne êrişî Êzidiyên li Kurdistana îro kiriye. Li gorî nêrîna Pîr Xidir Silêman, ji ber ku kincên wan şîn bûne, Êzidiyan şîn bêoxir dîtiye û li xwe nakin.

Êzidî yan Şemsanîyên ku bi demê re ola xwe guhertiye, yê em îro weke Asûrî, Suryanî, Ermenî û Ereb jî nas dikin, bi taybetî Asûriyan navê heremên Êzîdiyan bi “Dasnayê” ku îro wekî Duhoka Dasniya tê nasîn.

Lê Dasnayê bixwe heman peyve ya weke mirovên xirab, mirovên ruhê xirab bi nav kiriye. Ez dibêjim Ola Şemsanî çimkî navên hemû rojên me Şem in, Şemî, Yekşem û heta Înê, Înanê.

Bi hatina Îslamê re ya bi şûr, Êzidî di qirkirina re derbas bûne û neçar mane teslîmî dewlet û dînê Îslamê bibin. Helbet Êzidî jî teslîmî ola Îslamê û dewleta Alî Osman bûne û bi şetîeta îslamê hatine îdarekirin lê Êzidîyan ruh, giyanê xwe teslîmî Îslamê nekiriye. Wan bergeha xwe nekiriye Qabe, yan Meke, wan berê xwe daye Rojhilat û Rojava û gotiye:

“Tu Xweda yî, tu Ezdayî, te hezar û yek nav li xwe daniye lê navê şîrîn her Xweda ye.”

Wisa jî bi saya dikar bi xêr Şêxadî Hed û Sed, qanûna civaka Êzidî danîne. Ew qanûn heta niha jî yek ji ferztirîn û giringtirîn nirxê Êzîdiyan e.

Bi demê re her kesê bûye parçeyek ji ol û dewleta Îslamê şerê Êzîdiyan kiriye. Hemû Mîr û Mîrekên Kurdên Misilman, bi darê zorê Keçên Êzîdiyan revandine û li xwe mar kirine. Dîroka Êzîdiyan a ferman, talan, koçberî, ya şeran û tirsê ye. Ya hatiye serê Êzîdiyan bila neyê serê keviran jî.

Kevir jî gune ne. Di nav van kujer û qirkerên Êzîdiyan de navên Mîr Bedirxan, yê biraziyê wî Êzdînşêr û Mîrê Kor ê Rewandizê Soran jî hene.

Hejmara Êzîdiyan sal bi sal kêmtir bû, erda wan jî sal bi sal tengtir bû. Ciyê wan li erda Xwedê kêm û teng kirin, dinya û jiyan jî.

Di vir de divê bê gotin ku Kurd Êzidî bûn lê Êzidî hemû ne Kurd bûn. Ola Êzîdayî ya seranserê wê herema fireh bû. Xelkên ku ev ol terikandiye bi demê re ziman û nasnameya xwe ya olî û çandî jî guhertine.

Em dizanin ku doh jî Kurdan û rêvebirên Êzîdiyan li gorî pîvan û derfetên milet û dewletên din, kar û barên xwe kirine û îro jî dikin.

Li Bakur di nav sînorên Tirkiyayê îro de hejmara Êzîdiyan nagije 1000 kesî. Li Rojava çi herema Xweser û çi li tevahiya Sûriyê hejmara Êzîdiyan roj bi roj kêmtir dibe.

Li başûr Herema Kurdîstanê û tevaya Îraqê Êzidî li ser erdeke bin bi moxil in, ew axa wan roj bi roj kêm dibe.

Pîştî jenosîda Êzîdiyan ya bi destê Dewleta Îslamê -DAIŞ

Piştî wê komkujiyê Êzidî ne Êzidiyên berê ne û nabe weke berê jî bin.

Çi milet, dewlet û rêkxistin bi navê “biratiyê” nikare vê rewşa kambax û şerpeze biguherîne yan weke berê bike.

Jixwe peyva “biratiyê, yan Êzidî Kurdên resen in, yan Kurdên Êzidî” nabin bersiv ji bo pirs û daxwazên Êzîdiyan. Êzidî Êzidî bin, yan Kurd bin di heman demê re welatiyên Îraq û Herema Kurdîstanê ne.

Kota û mafên ji bo pêkhateyên din hatine dayîn, çima li gorî serjimara wan tune? Misilmanekî Ereb an Tirk û Fariz dikare ji Êzîdiyan hesaba bike lê çima Kurdê Misilman bi heman mantiqî li dijî Êzîdiyan û ola pêşiyên xwe tevdigere?

Ez nikarim fêm bikim. Libnan bi tevahî dewleteke Erebî ye lê Kotaya hilbijartinê ji bo Erebên Sunî, yên Şîe û Xiristiyan heye, çima li Kurdistanê û Îraqê ev yek pêk nayê û nebe? Ya din em qebûl bikin Êzidî û Êzîdayetî bi rê û resmên xwe, bi zanîn û serboriya xwe ji xwe Cuda ne, çima ew dê nikaribin vê taybetî û cudahiya xwe biparêzin û bidomînin? Êzîdayetî kok û şopa mirovahiyê ye, parastina wê erka her mirovê dibêje: Ez beriya her tiştî mirov im e.

Kurdên Misilman û Herêma Kurdîstanê divê Êzîdiyan ne weke berê yê “xwe” bibînin. Divê weke partner û şirîk bibînin. Piştgiriya Êzîdiyan bikin. Erê Êzidî birîndar in û eciziyên wan hene, û tevgerên siyasî li gorî berjewendiyên xwe di nav wan de dilîzin lê nabin dijminê Kurd û Kurdistanê. Wan bi ruh û vîna xwe, bi sinc û pêsîra xwe, bi qewl û duayên xwe ev yek îspat kiriye û parastiye.

Parastin û mayîna Êzîdiyan divê di ser berjewendiyên siyasî re be. Heta ne di nav pîvanên Ereb û Kurd bûnê de be.

Hebûn, kota, mafê xwe bi xwe rêveberiya Êzidiyan kilîla aştiya navxweyî û niştimanî ye.

Madem hûn dibêjin Êzidî Kurd in, hûn divê mafê Êzîdiyan ji miletên din bêhtir biparêzin. Madem hûn dibêjin Xwedê divê hûn li Xwedayê pêşiyên xwe xwedi derkevin û biparêzin.

Ji Êzîdiyan metirsin, ne Êzidî bûn ên ku Kurd û Kurdistan parçe parçe kiriye. Ne Êzidî bûn ên bi sedhezaran Kurd bi navê ayeta Quranê Enfalê qir kirine.

Xwedîlêderketin û parastina ola Êzî û Êzîdayetiyê, parastina Kurdî û Kurdistanê ye.

Bi hêrsê û kînê arîşe çareser nabin, xirabtir dibin. Yê dixwaze arîşeya çareser bike, divê sînga wan fireh be. 

Çavkaniyên ku sûd ji wan hatiye wergirtin:

1-https://pfaffenhofen-today.de/53302-mysterienkult-211119

2- https://philosophiakurdi.de/?p=3418

3- Cemşîd Bender Kürt Mitolojisi https://g.co/kgs/h9EFaiA

4- Pîr Xidir Silêman ji konferansa li Mala Êzîdiyan Oldenbûrgê..

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst