Îran û Amerîka, du neyarên destbirak!

09-12-2023
Adil Baxewan
A+ A-

Bûyerên Rojhilata Navîn bala me careke din dibin ser wê hevpeymaniya nefermî ya ku li ser îdarekirina dosyeyên cuda yên navçeyê, di navbera Amerîka û Îranê de heye. Ev her du zilhêzên cîhanî û herêmî, dûrî hemû prensîbên xwe yên îdeolojîk û dûrî sîstemên xwe yên nirx û pîvanên exlaqî yên navxweyî û tenê di çarçoveya ewlekarî û berjewendiyên xwe yên niştimanî de li hev dikin ku karkirina wan a bi hev re seba îdarekirina alozî, nakokî, hevdijî û astengiyên Rojhilat, hem ji bo Washingtonê hem jî ji bo Tehranê bijardeya herî baş e.

Yek ji xuyangên vê hevalbendiya nefermî lihevkirina wan a li ser sînordarkirina şerê Xezeyê û pêşîgirtina li berfirehbûna wî şerî ye, paşê jî nûkirina berdewamiya agirbesta demkî ye û di dawiyê de jî hewldana hasilkirina agirbesteke demdirêj û çareseriyeke siyasî ye!

Rast e ew agirbesta demkî ya ku danûstandinên li serê li Dohayê tên kirin, ji pêşî ve tenê seba azadkirina rehîneyên Îsraîlî yên li ba Hemasê û pevguhertina wan bi bi girtiyên Filistînî bû lê ji niha û pê de, ji Washingtonê heta Tehranê, hewldaneke tund heye ku ew agirbest bibe agirbesteke daîmî heta ku çareseriyeke hevdeng were amadekirin.

Di hefteya ewil a êrişên Hemasê yên li ser Îsraîlê di 7ê Çiriya Pêşiyê de, cîhan şok bû. Mîna piraniya serokên rojavayî, serokê Amerîkayê jî gotareke seranserî ya radîkal hilgirt. Lê dema ku wê şokê ew berdan û vegeriyan hişmendiya sar a îdarekirina bûyeran, zûtirkê têgihiştin ku jinavbirina fizîkî ya 30 hezar endamên Hemasê beşek ji nemumkinê ye ango qet ne pêkan e.

Her wiha têgihiştin ku dagirkirina tevahî ya Xezeyê dê bibe gefeke mezin li ser ewlehiya Îsraîlê, mayîna Benjamin Netanyahu li ser desthilatê jî tê wateya dirêjkirina qeyranan û îhtîmala teqînên wan ên zêdetir, leznekirina di dîtina çareseriyeke pejirandî ji bo şerê ku li holê ye, ne di berjewendiya tu kesî de ye, herwiha têgihiştin ku Mehmûd Ebas kesekî mirî ye û nayê zindîkirin û nabe ku girew li ser were kirin.

Bila roja 5ê Çiriya Paşînê ya sala 2024an her tim li bîra me be. Di wê rojê de dê hilbijartina serokatiyê li Amerîkayê dest pê bike û li hember Joe Bidenê Demokratxwaz, metirsiya herî mezin heye ku guhertoya duyemîn a Donald Trump e û sed û heştê pileyan ji guhertoya yekem radîkaltir e.

Ji bo serkeftina di hilbijartinan de û rizgarkirina Amerîka û cîhanê ji metirsiyên vegera Donald Trumpê birîndar, divê Joe Biden bi aqilmendiyeke herî mezin bi hemû dosyeyan re tevbigere. Berî hemûyan jî dosyeya Rojhilata Navîn ku amadebûneke xurt a Amerîkayê li navçeyê dixwaze, bêyî ku agirê şerekî nû dade û her roj termên çend leşkeran bigihin Amerîkayê.

Bi zimanekî xwerûtir, divê hevsengiyê di navbera hevdijan de biparêze, heke na dê beşeke mezin a dengderên xwe ji dest bide. Weke mînak piştevaniya bê merc (bê qeyd û şert) a rêveberiya Biden ji bo Îsraîlê, wê tîne pêşber metirsiya jidestdana dengê du kategoriyên girîng: rêjeyeke mezin a ciwanên Amerîkayê ji aliyekî ve û civaka misilmanên Amerîkayê ji hêla din ve.

Ji aliyekî din ve, yek ji sedemên herî sereke yên hevpeymaniya nefermî ya di navbera îdareya Joe Biden û Komara Îslamî ya Îranê de ji bo kontrolkirina şerê Xezeyê û girtina rê li ber berfirehbûna wî şerî, ew wêne ye ku Donald Trump di guhertoya duyem de ji bo Joe Biden çêdike.

Beşek girîng a gotarên Trump li ser wê yekê ye ku Biden ew serok e ku cîhanê ber bi şer ve dibe, cîhaneke tijî şer dixwaze û di sala 2003yan de alîgirekî serhişk ê şerê Îraqê bû û vêga jî bi saya wî şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de nola trajediyeke nû derketiye holê û ew (Biden) naxwaze rê li ber şerê di navbera Îsraîl û Filistîniyan de jî bigire, ji ber ku ew ji bo şer û bi şer dijî!

Di rastiyê de, ya girîng ne rastî û dirustiya vê gotarê ye lê bandorên wê li ser arastekirina dengên Amerîkiyan di roja 5ê mijdara 2024an de ne. Di bîreweriya hevpar a Amerîkiyan de, şer ango xerckirina bi sedan milyar dolarên hemwelatiyên Amerîkî li derveyî Amerîkayê û Donald Trump jî pir bi jîrî û baldarî li ser vî benî dilîze û dibêje: Divê pereyên Amerîkiyan ne li ser şerên Îraq, Ukrayna yan Filistînê lê ji bo Amerîkîyan bi xwe werin xerckirin. Gotareke herî xwerû ya bi vî rengî dikare kulmeke pir tund û bibandor li binguhê kampanyayên hilbijartinê yên Joe Biden bixe loma navborî amade ye ku seba derneketina şerekî din li Rojhilata Navîn, destê xwe têxe nav destê Ayetullahên Tehranê.

Ha di rewşeke wisa pir aloz de ye ku li pişt perdeyan û li gor zanyariyên me, danûstandineke zehf, hûrbîn û berfireh di navbera Amerîka, Erebistana Siûdî û Îsraîlê li aliyekî û Îranê li aliyê din li holê ye û pirsa sereke jî li ser maseya gotûbêjê siberoja piştî şerê Xezeyê ye: Çi were kirin? Çawa were kirin? Kî bike? Ev danûstandin li sê welatan têne kirin: Qeter, Behreyn û Oman.

Daxwaza sereke ya Amerîkayê ew e ku Qraliyeta Erebistana Siûdî û Komara Îslamî ya Îranê, wekî du dewletên xurt ên Rojhilata Navîn ku di 10ê Adara îsal (2023) de peymaneke dîrokî bi hev re îmze kirin, li ser awayê pêkanîna hêzeke leşkerî ya navneteweyî seba parastina sînorê di navbera Îsraîl û devera Xezeyê de li hev bikin!

Ji bo gihîştina armanceke wiha jî, divê serê pêşîn Îsraîl were qayilkirin ku agirbesta xwe ya demkî bike agirbesteke mayînde û paşê ji bakurê Xezeyê vekişe.

Bêguman niha û li vir, ev daxwazeke pir dijwar e ji Îsraîla Benjamin Netanyahu, ji ber ku ew dizane ku rawestandina şer tê wateya kaşkirina wî ji bo dadgehê û bidawîanîna ne tenê jiyana wî ya siyasî, belkî jiyana wî ya civakî jî û egera girtina wî ji aliyê desthilata qanûnî ya Îsraîlî ve jî pir bihêz e.

Heriwsa li aliyê Filistînê jî, projeyeke bi vî rengî ji bo Hemasê ne tenê dijwar e, lê di heman demê de bi tevahî tê redkirin, ji ber ku dawî li guhertoya Hemasa ku heya niha xwe bi civaka navneteweyî daye nasîn tîne.

Aloziyên vê projeyê di vê yekê de ne ku divê Amerîkaya Joe Biden hemî kartên zextê yên li ser Netanyahu bi kar bîne da ku bi vî alî ve bimeşe, tevî ku dawî li çîroka wî ya kesane wekî takekesekî Îsraîlî tîne. Ango divê Amerîka wî razî bike ku ji bo berjewendiyên bilind ên Îsraîlê, divê ew qebûl bike ku bibe beranê ber kêrê!

Herwiha divê Îrana Ayetullah Xamineyî hemû kartên xwe yên fişarê li ser Hemasê bi kar bîne da ku rewşa nû qebûl bike û xwe bi dema nû re biguncîne.

Qonaxa duyem a vê serdema nû jî, piştî bicihkirina hêzeke cîhanî bi serokatiya Erebistana Siûdî û Îranê û bi piştevaniya Amerîkayê, divê Hemas dev ji xebata çekdarî berde û tev li proseya siyasî ya nû ya piştî Mehmûd Ebas bibe. Ev prose dikare bi serkirdayetiya Merwan Berxûsî be ku ji sala 2002yan ve di zindana Îsraîliyan de ye û dibe ku di bin zextên Amerîka û Erebistana Siûdî de were berdan.

Ev proje zehf girîng e, lê arîşe ew e ku Amerîkaya Joe Biden pir bi lez û bez e, Îran bêhnfireh e, Erebistana Siûdî ya Mihemed Bin Selman jî, tevî pabendîya wê lê heya niha jî ew kêlîk ji bîr nekiriye gava Joe Bide berî sê salan biland: Ez ne amade me destê xwe têxim nav destê qesabê Cemal Xaşiqcî!

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst