Şingal rizgar bûye, Kurdistan rizgar bûye, Rojava rizgar bûye, lê ev çi koçberî ye?

09-11-2021
Newaf Mîro
A+ A-

Ev bi roja ne, ku xelkê ji Kurdistana Başûr û bi taybetî xelkê Şingalê li ser sînorên Belarus û Polandê şerpeze ne. Ev bûyerên wisa êdî bûne weke tiştekî asayî, weke ku kuştina mirovan jî kirine "asayî'". Bi milyonan penaber ji çar aliyên Ewropa weke lêmişt û lehiyê xwe li perava didin. Wisa jî bi milyonan li Tirkiyê û Kurdistanê li bende rê û derfeta ne ku derkevin Ewropa.

Helbet mafê her mirovî ye, ji xwe re li jiyaneke xweştir bigere. Lê bêyî ku bê pirskirin, ka çima ev rewş. Gava her kes ber deriyê mala xwe pak bike, dê rewş piçekî bête guhertin.

Mesela Sûrî ku baş tê zanîn, ku ling û aliyek ji dewleta Tirk e. Heman dewlet ji bo xwe "ticaret û bazara penaberan" dike. Bi dahata ji penaberan tê, şer û hêzên çekdar fînanse dike.

Ew aliyek ji aliyê din e. Lê aliyê me, ango Herema Kurdistanê û bi taybetî Iraq û Şingalê, çi diqewime?

Her kes dixwaze aliyekî tewanbar bibîne. Ma tewanbar nebin, çima Êzidî venagerin warê xwe? Ka qaşo Şingal "rizgar" bûye? Eger rizgar bûye, çima Êzidî nikarin û newêrin vegerin ser mal û milkê xwe?

Şingal ji kê re maye? Ka dewleta Iraqê, tevî Herema Kurdistanê çi dikin? Ji bo vegera Êzidiyan.

Mesela Êzidiya ya aliyên siyasî ye? Ya PDKê û PKKê ye? Yan ya Êzidiya ye? Dewleta Iraqê rast dixwaze ji Êzidî vegerin ser warê xwe, yan parçebûna partiya ji xwe re bikar tîne?

Iraqê berdin Êzidiyên Sûrî û Kurdên Sûriyê îro ji sedî pêncî derbider in. Yê Efrînê bi piranî derketin, yê mayî di kampa de şerpeze ne û bi perwerdeya leşkerî radibin û rûdinin. Yê dixwazin vegerin rê nadinê û dikin xayîn.

Mesela Êzidiya û ya Kurda ya partiyên siyasî ye, yan milete? Ka partiyên siyasî yên Kurda, kîjan pirsgirêka xwe, bi xwe çareser kirine ku mesela Êzidiya çareser bikin? Yan bi vê mentalîtê wê kîjan welatî ava û rizgar bikin?

Li warê pîvanên ehlaqî têkherin û nebin, tucar aştî û aramî nayê. Mixabin seranserî cîhanê pîvanên ehlaqî û mirovhezî têk diçin. Li ser sînora û di kampan de, pîvanên ehlaqî nemane û karesata mirovî li ser sînorên Belarus rû dide. Serokê wî welatî dixwaze penabera weke çek bikar bîne li dijî Yekîtiya Ewropa. Lê çi dibe bi belengaza dibe.

Bi hêviya demildest Neteweyên Yekbûyî- UN dest biavêje wan mirovên şerpeze.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst