Par, parçe û parçebûn

08-10-2024
Newaf Mîro
Nîşan Par Parçe Parçebûn Kurdistan
A+ A-

Par, para her milet û mirovî li gorî hebûnê tê parvekirin. Her mirov an milet dibe xwediyê para xwe. Parçe her beşa parvekirî ye. Parçekirin ji bo her kes û alî bigihe heq, par û mafê xwe ye.

Gelek caran peyva “biratiyê” biratî wekheviya aborî, siyasi, çandî û zimanî ye. Wekî din ne ne biratî ye. Ger biratî û wekhevî hebe, parçekirin jî zehmet e. Hêzên bixwazin jî dikarin li sînorekî bimînin.

Gelek caran peyva: “Biqetîne, par bike û bi rê ve bibe” tê bikaranîn lê berevajî di xizmeta kê de ye? Yekparebûn û yek-welat, di xizmeta hêzên ku li ser bişaftin û helandinê de ye. Hêz û dewletên koledar çi dane û çi dikarin bidin Kurdan?

Yekparebûn û yekhêziya wan, parçekirina civak û welatê Kurdan e. Bi teoriyên qaşo emperyalîstan, emperyalîzma çandî û bişaftina li ser Kurdan û miletên din rewa dikin.

Lê nexweşî û fobîa parçekirinê hene li wan welatên ku welatê Kurdan parçe kiriye. Parastin û pîroziya sînor û yekparebûna Tirkiye, Îraq, Îran û Sûriyeyê tenê ji bo Kurd nebin xwedî dewlet û aboriyeke serbixwe ye.

Tirsa wan dewletan û fobîa wan e. Tiştê wan dike yek, parçekirin û dijmintiya Kurdan e.

Ne tenê ya wan a Kurdan jî heye. Yê nizanibe dê bêjin qey cudahî û berjewendiyên xwerû yên her parçeyekî qet tunin. Ne hişmendiyeke hevbeş, ne berjewendiyên giştî, ne alfabe û zimanê hevbeş. Ji xwe tu carî welatekî Kurdan ê "neteweyî" çênebûye û Kurdan pêvajoya “Netewiyetê” pêk neaniye.

Hikûmeta Herema Kurdîstanê tevî ku ji sala *2005ê de hatiye avakirin û hukimdar e jî hîn nebûye yek hêz, yek dest û neteww jî.

Li şûna berjewendiyên neteweyî, berjewendiyên siyasî tên parastin û derdikevin pêş. Tevî ku hikûmet heye jî her partiyek jî bi xwe wekî ku hikûmet be, xwe bi rê ve dibe.

Îcar çawa dê ji Dêrsimê heta bi Serhedê, Meletî û Mereşê, Qamîşlo heta bi Xaneqîn û Şingalê, heta bi Sine û Mehabadê bibe yek?

Yê miletekî dike milet nirxên hevbeş in, yê wan li ser pêyan dihêle çand, wêje û berjewendiyên hevbeş in. Yê wan digihîne siberojê perwerde û zanîna xwerû ye.

Ka kîjan ji wan pêkan e?

Divê meriv ji xwe jî bipirse.

Tirsa parçekirinê û peyva parçekirinê bi xwe peyveke kolonyalîst e. Tenê yê xwedî her mafî û sînorî, ji sînor û hêzên nû ditirsin.

Divê li Rojhilata Navîn eşkere parçekirina dewletên heyî bê axaftin û gengeşekirin.

Çima parçekirin ew çend "xirab"e di têgeha serwer de? Ma ne bi parçekirinê her alî digihe heqê xwe?

Çima Îraq, Îran, Tirkiye û Sûriye parçe nebin? Ma ew sînor jî Xwedê danîne? Yan dewletên din jî?

Ma ne ew dewlet in ên welatê Kurdan parçe kiriye?

Ez bi xwe bi parçekirina Kurdisanê re me jî 4 +1. 4 Kurdistanên serbixwe û yek jî bi Êzîdxanê re me. Bila her alî xwe bi xwe bi rê ve bibe. Belkî ev tişt weke xewn tê dîtin lê ma bê xewn jî bipêşketina çerxa jiyanê nabe.

Dewletên Ewropî jî bi salan şerê sînoran kir îro di bin alaya Yekîtiya Ewropayê de yek in.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî berê têra xwe şerê hev kir. Îro di nava xwe de dewlet in û li bi navê “USA”yê li dinyayê yek hêz in.

Yugoslavya jî parçe bû, îro ji wî welatî gelek dewlet hene. Ma dinya bi parçebûna Yugoslavyayê re xira bû? Na helbet. Tevî ew qas şer û kuştinan jî. Niha li Yugoslavyayê çend dewletên ku xwe bi xwe bi rê ve dibin hene.

Çekoslovakya jî bû du dewlet, Çekya û Slovakya. Belkî îro ji berê hev baştir fêm dikin.

Parçebûn yekbûnê jî bi xwe û demê re tîne.

Hêz û parçeyê serkeftî dikare yekbûnê bi xwe re bîne. Welatê bêhêzan, aborî, zanîn û mirovên têgihiştî û perwerde parçebûn û tunebûnê bi xwe re tîne.

1*https://de.m.wikipedia.org/wiki/Autonome_Region_Kurdistan

2*-https://de.m.wikipedia.org/wiki/Jugoslawien

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Arif Qurbanî / Wêne: Rûdaw Grafîk

Bahoza Tel Evîvê

Tişta ku qewimî, encama lihevkirineke veşartî û senaryoya gelek bûyerên nediyar di çend hevkêşeyên herêmî û navdewletî de ye