Pirtûka nû: Hişê Kurdî

08-08-2024
Necat Zanyar
A+ A-

Di nav me Kurdan de, dema behsa xwendinê dibe, roman, çîrok û helbest tê bîrê. Salên dawî, dîrok û ziman jî eleqeyê dibînin. Lê pirtûkên hizrî kêm in.

Hişê Kurdî, yek ji wan kêman e. Cûreyê kêm tê nivîsîn, gelo pir tê xwendin yan na, em dê bi eleqeya vê berhemê, heta radeyekê fêm bikin.

Nivîsandina vê pirtûkê, bi salan domiya. Ji bo têbigihîjim gelo sîstemên cuda yên hişê neteweyan heye yan tune ye, min xwendinên berfireh kirin. Ji Gilgamişê heta Destana Afirandinê ya Babîlê, ji Tewrat, Zebûr û Incîlê heta Quranê, ji dîroka Herodot heta Şehnameyê, ji Arîsto heta Descartes, ji Hegel heta Kant, ji Rousseau heta Gustav le Bon, ji Gadamer heta Heidegger, ji Mesûdî heta Cabirî... Xwendinên min kirin ez gihandim hinek encaman.

Min hewl da, bi çavdêriyên hundirîn û derve, dîmenên Hişê Kurdî bigirim. Noqî deryaya gotinên pêşiyan bûm ku kodên hişê neteweyî ne. Di reh û rîşeyên zimên de bi merceka destê xwe geriyam. Min metnên nivîskî yên Kurdayetiyê yên herî kevn mîna Mem û Zînê, dîwana Cizîrî, Şerefname, Mîrname û Bayezîdî, ji nû ve xwendin.

Ji bo fêm bikim bê kesayeta Kurd ji derve ve çawa dixuye, min li sedan çavkaniyên sedsalên berê nihêrt. Nivîsên biyaniyan yên li Kurdistanê geriyane, Kurd lêkolane û li Kurdistanê wezîfe kirine, min teftêş kirin.

Sîstema hişê derkete holê, min bi yên herî nêzîk, mîna Ereb, Fars, Tirk û Ermeniyan re da ber hev. Cudahiyên wê û aliyên taybetî xwe, min destnîşan kirin.

Bi mînaka Cezerî, Hişê Kurdî yê zanist û felsefeyê, bi Ziryab hişê muzîkê, bi Cizîrî hişê wêjeyê, bi Eyûbî Hişê Siyasî yê Kurdî, bi Seîd Nûrsî hişê Îslama Kurdî, min vekola. Dîn û Îslam, bû yek ji mijarên herî zêde di pirtûkê de cih girt.

Min dîmenên Hişê Kurdî yên di nîgarkêşî, peykersazî, mîmarî, xanî, cilûberg û cejna neteweyî de, danî holê. Bi hêmayên çanda maddî, min nîqaşa numerolojî û sembolîzma Kurdî kir.

Jin, weke kategoriyeke wesifdar, di pirtûkê de bi berfirehî cih girt. Taybetmendiya matriyarkal a Hişê Kurdî, ji sedsalên borî heta roja me, rola jina Kurd di jiyana civakî û siyasî de, bi berawirda jinên neteweyên cîran, min vegot.

Bi rêya Mîrnameya salên 1630î, vegotina bi îhtîşam ya Ebdal Xan di gernameya Ewliya Çelebî de û kelehên Kurdan, ketim dû şopa hişê dewlet û desthilatdariya Kurdî.

Ji Kurdistanê heta Qefqas, Anatolya û Efrîqayê, min cih da dîroka dewletên Kurdî.

Bi lêpirsîna rehên xitimî yên Hişê Kurdî di mihwera îro û cîhana sibê de, min berhem temam kir.

Piştî sekinandina çend salan û xwendina demên cuda, min biryara çapkirinê da. Berhema di destê we de derket holê.

Em pir diaxivin, di her mijarê de fikra xwe dibêjin. Lê bi heman şêweyê, hizrên xwe sîstematîze nakin, nanivîsin û bi giraniyeke zanistî pêşkêşî nîqaşê nakin.

Ji fikrê zêdetir, em li yê dibêje dinêrin û baweriyêkê çêdikin. Bê hewldana fêmkirinê û ked dayînê, em pêşbiryarên xwe didin der.

Têgihîştina neteweperwerên me yên herî bi îdîa jî ji derdora dost û hezkiriyan, heger tevlî komekê be, ji sînorên komê derbas nabe.

Dîtina hev (ne kuştin), zêdekirina afirandina hev, pîrozkirina afirandina qenc û belavkirina wê, ne adetê me ye!

Hemû kes ji xwe razî, derdora xwe wek giştî dibîne û zen dike ku bi têgihîştineke neteweyî ya hemî Kurdan himbêz dike dijî.

Belkî rêya guherandina vê rêveçûna em gazindan jê dikin, bi guherîna adetên me dest pê dike. Xwe xilaskirina ji quretî, pozbilindî û ez-eziyê, guhnedana çewsandina taxên hêzdaran, derbaskirina bariyera “wê kî çi bêje” û di panteona Kurdayetiyê de bi hemî rengên xwe dîdar û hevdîtin.

Helbet pêkan bû berhem bi zimanekî elît bê nivîsîn. Lê bi daxwaza, ji aliyê girseyên mezin ve bê xwendin û nîqaşkirin, min zimanekî li gor civaka Kurdî hilbijart.

Îngilîzî di serî de, ji bo li zimanên din bê wergerandin û eleqeyeke giştî bibîne, min perspektîfeke gerdûnî esas girt. Di vê wateyê de, min mahiyeta temamker a malbata mirovîniyê ya Hişê Kurdî pêşkêş kir.

Çûyîna li dû şopa Hişê Kurdî, mîna kolanên li Girêmirazan, deşîfrekirina serpêhatiya mirovahiyê ye. Ji Kurdistanê heta Mezopotamya, Misir, Hind, Grek û Romayê.

Ji bo vê, pêwîst e Kurdê bi saxî hatiye binaxkirin, ji gorê bê derxistin û rabe piya.

Divê Hişê Kurdî, ji windabûyînê xilas bibe û di hişmendiya Kurdan de cihê xwe bigire. Herifandina kolonyal ya hişmendiyê, bi dekolonîzasyona hiş û mêjî bê restorekirin, arketîpa Kurdayetiyê bi hemî pêkhateyên xwe derkeve holê.

Hûn dikarin bibin berxurên mehsûlên destê xelkê lê hûn nikarin bibin berxurên berhemên hişê wan. Heger ew xelk, dagirkerên we bin ku hûn bi wan re nakokiya berjewendiyê dijîn, berxurbûna berhemên mêjiyê wan, mirin e. Ji ber vê ye, aqil wek nûner ne ji hinekan bi tenê re ye, yek bi yek di her kesî û komê de heye.

Hişê Kurdî wê ferhenga xwe çêke, di cîhana têgeh û nosyonên Kurdan de cihê xwe bigire, bibe pîvan û kevirê mehengê.

Pêwîstiya sirûştî ye, ku Kurd di her qadê de bi hişê xwe bêjin û bikin. Bi Hişê Kurdî, wê Kurd bikarin bipîvin, bê gotin û kirinên wan mehsûlê kîjan fabrîqeyê ne, di fabrîqeya hişê xwe de hizra cewherî biafirînin.

Ew hişê ne berxurê xelkê ye û berhemên xwe diafirîne, Hişê Kurdî ye.

Pirtûka nû, destpêka Hişê Kurdî ye. Ji bo nêrînên nû, rêyên nû û nûbûnê we vedixwîne.

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst