Almanyaya yekbûyî

06-10-2023
Newaf Mîro
Nîşan Newaf Mîro Almanyaya Yekbûyî
A+ A-

03.10 roja yekbûna Almanyayê ye. Almanyaya Rojhilat û Rojava bûne yek. Almanyaya kapîtalîst, Almanyaya sosyalîst DDR kirî ji sovyeta nekarî bi demê re bijî û têk bir. Ala DDRyê ya biçakûç û pîjik rakir bi Qertel û ya sor, zerêzêr û reş danî lê ew her sê reng li cem DDRyê jî hebûn.

Ev dibe 33 sal ku Almanyaya Rojava û ya Rojhilat bûne yek. Çiqasî yekbûn di nav gel û dewletê çêbûye? Ew mijarek ebi serê xwe ye. Li gorî statîstîkên fermî yên dibên yekbûn pêk hatiye tenê ji sedî 37 e. Beriya koalîsyona kesksorûzer û epîdemiya coronayê ev rêje 55 bû.

Li herêma rojhilat ango Komara Demokratîk Almanya-DDRya berê, bi yekbûnê re hemû febrîqe û dezgeyên dewletê kirin yên ferdî. Pê re bêkariyê dest pê kir û hejmareke mezin a ciwanan herema xwe terikand û hatin aliyê rojava. Bê karî nahêle nivşên nû û kevn bikevin nava hev û bi hev re mezin bibin. Helbet derfetê aborî nahêle xelkên ji çandên din li wir bi cih bibin û saziyên aborî damezirînin. Çarçoveya heyî teng dike û fireh nake.

Kar û hejarî ne mirovan bi aliyê çepgir bêhtir bi aliyê rastgir û regezperestiyê ve dibe. Li wê heremê partiyên nîjadperest, dengên herî zêde distînin.

Helbet ev rêje bandora xwe li tevahiya Komara Federal dike. Bi desthilatiya Koalîsyona kesksorûzer re rêjeya dengan ya partiya nîjadperest û dengên nasyonalîsta bilind dibe.

Lê tevî ku dewleta DDRyê sosyalîst bû, hemû dezgehên civakî nasyonal bûn. Perwerde û navê saziya Trênê jî Reichsbahn bû. Tevî ku rêjeya biyaniyan ji sedî 5 jî Antî-Semîtî û bavê yanî herî li wê heremê zêde ye.

Tevî ku di teoriya rêxistina û dewletên sosyalîst ên berê de wekheviya hemû miletan tê gotin, lê di emel tiştekî din tê der.

Îdeolojiyê nekarî hizra Netewî têk bibe.

Li aliyê Komunîst an sosyalîst, îro ji hemû herêmên Almanyayê bêhtir regezperest lê dijîn.

Ev tê wê wateyê komunîstî û sosyalîzm jî ne bê bingeh û hizra Netewî bûn. Belkî herema herî zêde xwedî giyan û hişmendiya neteweyî bû.

Lewma çendîn bi rojhilatê ve diçî ew çend regezperestî û nasyonalîstî serdest e.

Polonya ne zêde ji wan çêtir e. Macar, Slovak, Sloven, Ûkraynî û Rûsya ji her miletî bêhtir nasyonalîstên tundrew in.

Tevî ku ev milet di nava xwe de ew çend neteweyî bûn lê bi navê Sovyeta Sosyalîst bi hev re bûn. Gava ji kirasê Sovyetê derketin, serwerê wan li şûna hizr û siyaseta sosyalîst a neteweyî bi kar anîn. Îro ew ji her dewleta kapîtalîst û neteweyî bêhtir nasyonalîst in.

Ev herêm û dewletên me bi nav kirin ji hizra global dûrin an naxwazin bibin parçeyek jê. Lewma xwedawendên tirsê didin pêş û bi wê serweriya xwe ya  tenghizr misoger bikin.

Tirsa Misilmanan, a Cihûyan a tevahiya biyaniyan dikin xwedawend û hût û bi wê dixwazin li ser hikim bimînin. Helbet yên Kîma û Xwezayê jî tirsekê din diafirînin.

Wa diyar e bi hatin û zêdebûna penaber û biyaniyan re, kevirên dewletê dê ji cihê xwe bileqin.

Bi qasî xuya dike hê jî Almanya di aliyê aborî û civakî de nebûye yek. Yan jî ew hizrên xwedawendên tirsê û nasyonalîzma yektayî wê hê pir bandorê li ser mêzînbûna siyasî ya Almanya û ya dinyayê bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst