'Silêmanî Ewropa ye, lê şêniyên wê bi Kurdî diaxivin!'

06-06-2024
Arif Qurbanî
A+ A-

Piştî rawestandina şerê çekdarî yê di navbera Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di sala 1998an de, ji bo ku awayê hevrikiya di navbera wan de ji şerê bixwîn veguhere şerê nimûneyî, Mam Celal tezek afirand.

Ji hêla avakirin, azadî û pêşvebirina demokrasiyê ve, dixwest nimûneyeke cudatir ji desthilata rikberê xwe li Hewlêra ku di destê PDKê de bû, li Silêmaniyê nîşan bide.

'Hewlêr gundekî mezin e!'

Bi saya erdnîgarî, xweza û binesaziya pêwîst ji bo avakirina bajêr ku ji berê ve li Silêmaniyê hebû, herwisa azadiya rêjeyî ku di warê siyasî û medyayî de lê hat peydakirin, Silêmanî di vî şerê nimûneyî de gelekî dabû pêşiya Hewlêrê.

Gelek caran di civat, civîn û hevdîtinên xwe yên televizyonê de Mam Celal şanazî bi wê yekê dikir ku şandên ku têne balê, jê re dibêjin ku Silêmanî mîna Ewropayê ye, lê şêniyên wê bi Kurdî diaxivin. Bi tinazî jî lê zêde dikir û digot: Herwisa dibêjin ku Hewlêr gundekî mezin e!

Wê demê, di rastiyê de Silêmaniyê ne tenê dabû pêşiya Hewlêrê, tewra di gelek dehsaliyên sedsala borî de, di rêza yekem a hemû parêzgehên Îraqê de bû jî. Lê paşê rêhevalên Mam Celal ku desthilata siyasî û îdarî ya Silêmaniyê di destê wan de bû, di vê qonaxa şerê nimûneyî de Silêmanî pir li paş xistin bi radeyekê ku ne tenê li paş Hewlêrê ma, lê dibe ku gelek dem û şiyan pêwîst bin da ku bikare rikberiya Dihokê bike.

'Pirbûna axayan Silêmanî li paş hêla'

Sedemên ragirtina geşbûn û bilindkirina Silêmaniyê di 20 salên borî de pir in lê ya ku bandora wê ji hemûyan bêtir bû, pirbûna axayên Silêmaniyê bû. Vê pirbûna axayan heyameke dirêj Silêmaniyê kir navenda qerqeşeya siyasî û hevrikiyeke nehewce û di encamê de karwanê avakirina bajêr rawestiya.

Ez dê li vir tenê du rewşan wekî mînakên bi dehan rewşên din bînim ser zimên bê pirbûna axayan li Silêmaniyê çiqas ziyan gihand vî bajarî. Piştî ku hêzên hevpeymanan hatin Îraq û Kurdistanê, Amerîkayê daxwaz kir ku hêza Zeytûnê ya Koreyayê li Silêmaniyê bi cih bibe û beşdarî avakirin û geşkirina Silêmaniyê bibe. Projeyek raberî desthilata siyasî û îdarî ya bajêr kirin ku dikarin di çend waran de kar bikin.

Lê du kesayetên siyasî yên xwedî meqam û hêz li Silêmaniyê pêşî lê girtin û digotin 'Koreyî çi zanin ku werin û xizmeta Silêmaniyê bikin?' Rabû hevpeymanan nexşeya xwe guhert û ew hêz çû Hewlêrê û bi dehan dibistanên nimûneyî, navendên çandî, avahî û pirtûkxane li wir ava kir; tew beşdarî projeyên avê û gelek warên din ên pêşketinê li Hewlêrê bûn.

Piştî çend salan gava Amerîkayê biryara dorfirehkirina dorpêçên xwe yên li ser Îranê da û metirsî hebû ku sektorên pîşesaziyê jî bike armanc, şandeke karsaz û xwediyên kargehên Îranê hat Silêmaniyê û pêşniyar kir ku cihê hin fabrîqa û kargehên ku milkdariya wan vedigeriya sermayedaran û milkên şexsî bûn, bê veguheztin û li navçeyên Silêmaniyê bên bicihkirin.

Wê demê jî bi bafik û hincetên nelojîkî û ji ber piraxatiyê daxwaza şanda Îranê hat redkirin. Helbet heger hin ji wan kargehan li Silêmaniyê cih bigirtina, dê bajar niha ji hêla hêza kar û berhemê ve di rewşeke cuda de bûya.

Piştî vê jî, çendik û çend salan ji ber nebûna navendeke siyasî û îdarî ya hêgin, Silêmanî ket jêr rehma rêveberiya Hewlêrê. Beşek ji desthilatên ku ji bo geşepêdan û şênkirina bajêr pêwîst bûn ji destê desthilatdarên Silêmaniyê hatin derxistin û wekî ku şêniyên Silêmaniyê dibêjin: Hewlêrê jî rehm li wan nekir.

'Herêma Silêmaniyê li şûna Herêma Kurdistanê!'

Van sedemên zelal û eşkere û gelek sedemên din ên veşartî jî, geşbûn û bilindbûna Silêmaniyê heyamekê rawestand. Di encamê de jî hestek li nik piraniya şêniyên Silêmaniyê peyda bû ku zilm û neheqî li wan hatiye kirin.

Ji bo ku xwe ji wê hestê xilas bikin jî, li rêyên cuda cuda geriyan. Mijarên wekî cudabûna ji Hewlêrê, du rêveberî, Herêma Silêmaniyê û çûna bal Bexdayê li vir derketin holê ku ti yek ji van bi ser neket û pirsgirêk nehatin çareserkirin. Lê bê guman di encama vê yekê de rewşeke îdarî û siyasî ya nû derket holê ku hêla Silêmaniyê ji xwe re li xwediyekî bigere.

Jixwe beşek ji pirsgirêkên siyasî û îdarî yên niha di navbera YNK û PDKê de wekî partî û di hikûmetê de jî li ser vê yekê bi xwe ye. YNK naxwaze wekî berê ne ji aliyê siyasî ve û ne jî ji aliyê îdarî ve girêdayî Hewlêrê be. Di vê çarçoveyê de Silêmaniyê dîsa dest bi tevgerê kiriye.

Silêmanî bêyî plansazî mezin dibe!

Yek ji encamên vê siyaseta nû, biryara destpêkirina çend projeyên hilberîna di sektora xaniyan de li Germiyan û Silêmaniyê ye ku ne Hewlêr jê rehet e û ne jî li Silêmanî hemû xelk pê re ye ku hinek jê re dibêjin avakirin û hinek jî jê re dibêjin talankirin.

Bi rastî, yasaya berê ya hilberînê xasma ya ku bi sektora xaniyan ve girêdayî bû, pir di berjewendiya xwediyên kompaniyan de bû. Niha rewş piçekî çêtir e lê hîn jî nehevsengiyek di qanûnê û bicihanîna wê de li holê ye. Bê guman divê hikûmet û parlamento berjewendiya giştî di ser a taybet re bigirin. Berê ev li hin deran li ber çav nehatiye girtin û bûye sedem ku piraniya xelkê li dijî van projeyan bin.

Lê sal bi sal hejmara niştecihan zêdetir dibe û bajar jî mezintir dibin, nemaze ji ber ku Herêma Kurdistanê nikarîbû civaka gundan ava bike, piranî li bajaran in û ji ber rewşa Îraqê jî gelek kes ji naverast û başûrê Îraqê dixwazin li Herêma Kurdistanê bijîn. Niha her bajarekî Kurdistanê du caran ji berî 20 salan mezintir bûye.

Pêdiviya her mezinbûna bajarekî jî bi plansazkirin, rêkûpêkkirin û şopandina rêgez û qanûnên ku berjewendiya giştî misoger dikin heye. Herêma Kurdistanê ne xwediya siyaseteke dirust a mezinbûna bajaran bû. Ji bo berjewendiya xwe û ji bo ku pereyên herî kêm li ser rêkxistina erdên projeyan xerc bikin, şirketan hewl da deştên bajêr bikin proje.

Mixabin, li Herêma Kurdistanê bi milyonan donim erdên çandiniyê yên bi bereket bûne apartmanên niştecihbûnê. Hikûmetê di vî warî de xeletiyeke mezin a stratejîk kir û bi ti tiştî nayê qerebûkirin.

Silêmaniya bedew mîna Beyrûtê!

Yek ji bajarên ku dê herî zêde zirarê ji vê xeletiyê bibîne parêzgeha Silêmaniyê ye, ne ji ber ku gelek proje lê hatine çêkirin, çimkî hemû tiştên ku li Silêmaniyê hatine kirin bi qasî du projeyên niştecihbûnê yên Hewlêrê zeviyên çandiniyê têk nedane.

Li şûnê, ji ber ku li Silêmaniyê derfeta mezinkirina bajêr bi awayekî hebû ku bi sedhezaran donim zeviyên çandiniyê bên parastin û Silêmaniyê ber bi gir û çiyayan ve hilkişe. Heke wisa bibûya, dê Silêmanî mîna Beyrûtê ewçend bedewtir bibûya.

Niha li ser torên civakî heyteholeke medyayî heye ku li bintara çiyayê Giwêjeyê projeyek tê çêkirin, tevî ku ne Giwêje, lê du girikên Dolerûtê ne. Lê bi hinceta ku bîrewerî û xuyanga bajêr têk diçe û jîngeh û xweza wêran dibin, gelek kampanya, kom û deste li dijî wê qît bûne.

Herçend bi baweriya min ev mijar ji girêdana bi parastina jîngeh û xwezayê bêtir, li milekî girêdayî rehendên bidawîkirina piraxatî û navendîtiya desthilatê ji aliyê kurên Mam Celal ve ye, li milê din girêdayî nakokiyên siyasî û hevrikiyên di navbera şirket û sermayedarên Silêmaniyê de ye. Ji ber ku çêkirina cihên niştecîbûnê, qesr, otêl û avahiyên bilind li ser gir û baniyên kevirkan ger xizmeta avakirin û bedewkirina jîngehê jî neke, ziyanê jî nade wê.

Tiştê ku li ser tenduristî û jîngeha Silêmaniyê metirsîdar û kujer e, kanalîzasyon û bermahiyên devera pîşesazî ya Tanceroyê ne ku lap hatiye paşguhxistin.

Di arşîva hemû medyaya Kurdî de, çar mijarên wan kesan nayên dîtin ku vêga şînê li ser girikê Dolerûtê girê didin, lê dengê xwe nekirin ku bermahiyên navçeya pîşesazî ya Silêmaniyê nola jehreke kujer tev li ava Çemê Sîrwanê dibe.

Silêmanî û xewna Pîremêrd!

Rêya rast ew e ku desthilat were handan ku ji niha û bi şûn de nehêle ti proje li ser zeviyên çandiniyê bên avakirin ku vêga hin şirketên Silêmaniyê çavên xwe berdane zeviyên Kelewanan û Pîremegrûnê û ji rojhilat ve jî ber bi axa berhemdar a Şarezûrê.

Şansê Silêmaniyê heye ku bibe yek ji bajarên herî bedew ne tenê li Herêma Kurdistan û Îraqê, li şûnê, nola stêrekê li navçeyê li ser Giwêje û Ezmirê bibiriqe ku ev xwestek û xewna kevnar a hozanvanên me yên mezin bû jî.

Pîremêrdê helbestvan wek yek ji sembolên mezin ên Silêmaniyê di helbesta xwe ya efsûnî 'Şewê legiwê şetî Bexda xeyalî Kurdim ekird' de ku em dikarin wekî nexşerêya avakirina dewleta Kurdistaneke geşbûyî li ser erdnîgariya her çar parçeyên welêt bisêwirînin. Tê de bajarê Silêmaniyê wekî stêreke teyisî ya wê dewletê hilkişandiye ser Giwêje, Ezmir û Qeywanê û dibêje:

Le Giwêjewe serkewe bo Ezmir heta Qeywan

Be rîze otêl û eywanî geyîwete keywan

Emane min be xeyal ya be xew kewa emdî

Hîwam be Xwaye bo Kurd berastî bênête dî

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst