HDP serkeftî ye?
Li Tirkiyê erê, lê li Kurdistanê na. Bo Kurdan dîroka hilbijartinê, 1991ê bi HDPê dest pê kir. Ji hingê ve ew bi partiyên xwe dikevin hilbijartinê, lê ji hişmendiya demokratîk û behremendiya tekoşîna legal zêdetir, ew berhema tekoşîna îlegal ya siyasî û çekdarî ye. Gerîla bû hêz, kete gund û bajaran, bû navenda xebata legal û hêza biryardayînê. Bandoreke nebaş jî li tevgera legal kir, lê bûyer ew e.
2016ê PKKê derb xwar. Li gundewariyê hêza xwe yekcar winda kir. Hêzên deverî yên li dijî PKK û doza kurd, ji xewê şiyar bûn. Mirov dikare bûyera Dêrsimê wisa jî bixwîne. Li Elkê, Qilaba, Çelê, Şemzînan û gellek derên din encam, rasterast bi wê valayiyê ve girêdayî ne. Dewlet bû otorîteya tekane û hêzên deverî qanî kirin.
HDP nikarî valahiya PKKê tijî bike. Sîstema têkiliya dewlet û kurdan, li ser legalê zora dijwar ya dewletê, rê nadê. Wisa bû êdî HDPê nikarî bikeve gund û navçeyan. Demografiya komên siyasî guherî. Ne tenê PKK û HDP, partiyên kurd ên rikberê wan jî dûçarê wê diyardeyê ne.
Tevgera kurd, bivênevê wê rastî erdhejiya îro bihata. Divê Kurd bi tevger û dezgehên legal û girseyên bajaran jî, hînî tekoşîna netewî bibin. Divê hişmendî, cangorî, leheng, xebatkar û pêşengên wê çêbin.
Kurd li Tirkiyê bi ser ketin, bêyî piştgiriya kurdan, serketina CHPê nedibû. Li ser CHPê nêrîna min diyar e, dîsa jî tişta Kurdan kirî ciyê xwe girt; lîstik-herimandin jî carnan serketin e.
"Partiya Tirkiyê"?
Ahmet Turk ev di hevpeyvîna xwe de dubare kir. Û berteka me. Ka bêjin bi "Partiya Tirkiyê" qest çi ye? Mebest ev in? "Bi yekparebûna xaka wê, bi ziman û ala wê ve, em pîrozahiyên dewletê qebûl dikin. Tirkiye bibe demokratîk, tenê hingê pirsa kurd çareser dibe". Mirov dikare ya dawî bîke rojev, lê ya pêşî qet nabe.
Kurd nikare pîrozahiyên dewletê û serdestiya ziman, dîrok û çanda wê qebûl bike. Ew qebûlnekirin, divê li Tirkiyê ne tawanbarî be. Kurd pîrozahiyên dewletê yên îro bipejirîne, bi xisletî û mirovî sûcekî giran dike. Rêzdariya nirxên civakan tiştek e, pîrozahiyên dewletan tiştek e, divê mirov wan tevlîhev neke. Dewletê nirxên gelê tirk herimandin, li dijî Kurdan xisleta nîjadperest û asîmilasyonker daye wan. Mafên kurdan bên qebûlkirin, ziman, çand, dîrok û dezgeh, humanîst û demokratîk bin, hingê qala pîrozahiyên hevpar dibe.
Wêneyê berxwedana jina çermreş ê li Amerîkayê li himber nîjadperestiya çermspiyan, li Tirkiye navdar e, lê dilsozî ne jidil e. Jidil bûya, divê li himber nîjadperestiya dewletê jî zirav û bertek hebûya. Tevkariya demokratîkbûnê erê, pesendkirina pîrozahiyên nîjadperest na.
Balkêşî; ji MHPê heya Seadet Partîyê, partiyên tirk li her navçeya kurd jî namzed nîşan dan. Hejmara dengan ne xem bû, konsepta dewletê bû, ew nûnerên dewletê xwe bûn. Ji aliyê din ve; her hilbijartin "kedîkirina kurdan" dide ber xwe. Qene em newin wê lîstike.
"Ne qeyyûm û ne xendek"
Di hilbijartinan de ev dirûşmeya "Tifaqa Welatparêz û Demokrat" bû. Ew ji çendek partiyên derveyî hevbendiya HDPê pêk dihat. Ew bi serê xwe ketin hilbijartinê û ew mafekî demokratîk e. Ji roja ewilî ve min ew nêrîna xwe eşkere got. Hevîdar im, xweşbînî bidome. Lê dirûşmeya wan li xweşa min neçû.
Şerê xendekan qelsî û xeletiya PKKê bû. Wê berik berda dilê xwe, zirar da xwe û civakê. Em li himber rabûn, me ew rexne û şermezar kir. Lê dînîtî be jî, bertek û berxwedana civakeke di bin înkar, zordarî û dagirkeriyê de, rewa ye. Ji aliyê din ve; di qenciya te de be jî, li ser xaka te hebûna hêzeke biyanî, ne rewa ye. We du tiştên li hev nayên, tevlîhev kirin. We mafdarbûna xwe û niheqbûna dijminê xwe, kir yek. Hûn dikarin li dijî PKK û dewletê bin, lê eniya xwe winda nekin.
Dilşêr Dara
Paşnav jî heye; Dilşêr Dara Odabaşi. Li Kadikoya Stenbolê ji CHPê bû şaredar. Her hebî! Nav haya min kişand. Bi tirkî deng nade, lê bi kurdî; Dil-Şêr û Darayê kurd, melîkê persan. Xweşê min çû û di qirika min de ma.
Ew du gotinên kurdî hewqas tirsandinê, CHPê pêdivî bi hevpeyvînê dît. Dilşêr Dara yê siwêregî, bi hêz dibêje; "Ez ji malbateke Kuvvayî Milliye têm". Lê kîjan Kuvvayî Milliye? Ez sisêyan bi wî navî zanim.
Îngilîz û Frensayiyên bi keştiyên seyranê di Tengava Çanakkaleyê re borî, li Stenbolê da ku kujerên ermenîyan darizînin, dadgeheke taybet damezrandibûn. Efser, burokrat û giregirên kujer û talanker, ji tirsê xwe sipartibûn gundewariyê û navê Kuvvayî Milliye li xwe dabûn. Yên bi rastî li dijî hêzên dagirker hebûn, wan heman nav li xwe dabûn lê ew dûçarê koma yekem bûn. Yên li Enqerê bûn desthilat jî, ji koma yekem bûn. Bi keysa Şerê Şêx Seîd, dewleta kemalîst gellek dezgeh damezrandibûn, yek ji wan cerdevan bûn û navê Kuvvayî Milliye li wan jî dabûn.
Ji min re bû serêşî; Dilşêr Dara, bi kîjanê serfiraz e? Kuvvayî Milliye bû dewlet û nîjadkujiya kurdan dest pê kir, ku ew heya îro didome. Ma Kurdbûn barekî hewqas giran e? Ma şaredarî hêjahî nîjada-xwe-biçûkkirinê ye? An ez fêm nakim?
Serketin, lê ji kîjan alî?
Bo hinekan ji ber simbelên xwe, bo hinekan ji ber xizmetên xwe, Fatih Mehmet Maçoglu bi nîşana "komunîst" bû şaredarê Tunceliyê. Hêvidar im, ew bi tevgera xwe gotegotan pûç derêne û nîşan bide ku ew şaredarê Dêrsimê ye. Navdarî berhema xizmetên wî be, bila şaredarên tiral şerm bikin. Bi boneyê min pêdivî dit ku du tiştan li ser têkiliya M. Kemal, komûnîstan û Dêrsimê bi bîr bînim.
Partiya Komunîst a Tirkiyê (PKT), 10.09.1920ê li Bakûya Azerbaycanê damezirî. Serokê partiyê Mustafa Suphi, ji "dostaniya" Enqere û Sovyetan dixwest bi Mustafa Kemal re bibe hevbend. Xwest bizivirê Tirkiyê. 18.12.1920, bi nûnerekî Sovyetan re wek du koman çûn Qersê. Enqere daxwaza M. Suphi qebûl nake. Fermander Kazim Karabekirê li Erziromê, dixwaze Suphî here Enqere û di nav PKTya Kemalîst de bihele. Mustafe Kemal qebûl nake ji Karabekir "çareserkirinê" dixwaze.
Trêna PKTê, 22.01.1921ê digihişt Erziromê. Xwepêşandana tundrewên bi navê Muhafazai Muqaddesat li benda wan bû. Erîşî wan dikin. Berê M. Suphi û hevalên wî didin Trabzona 504 km ji wir dûr. Xwedêgiravî wê ew ji wir dersînor bikiran.
Di rê de xwarinê nadin wan, nahêlin xwe vehisin, di nav serma û berfê de rê distînin. Qefle, 28ê Çilê digihê Trabzonê. Tundrew li bendê bûn. Di bin çêr, tif û kulman de wan li kelekê siwar dikin, li cem wan 10 leşker hene û Yahya Kahyayê kontrgerîlayê Mustafa Kemal li dûv wan. Mustafa Suphi û 13 hevalên wî, şeva 28-29.01.1921ê di Deryareş de bi awayekî erjeng dikuştin. M. Kemal, ji ber bûyerê, Cemiyeta Mudafaayi Hiquq ya Trabzonê pîroz dike (Çavkanî: Emrah Cilasun, Mustafa Suphi ve yoldaşlarını Kim Öldürdü?)
Di qeflê de jina M. Suphi jî hebû. Wê li Trabzonê ji wan vediqetînin û ji bo xirabiyê bi kar tînin. Lêkolîner Ayşe Hur, dibêje ku ew ji binemaliya xwe Rûs bû, navê wê Meryem, Maria an Samiramis bû. Yahya Kahya wê werdigre, dûvre difiroşe, li Rizeyê li bûyereke destdirejahiyê de tê kuştin (Taraf, 25.01.2009).
Li vir bi fermander, rêvebir û tilîkeşê diyar, komkujî û destdirêjahiya dewletê heye. Ew bû kevneşop û heya îro didome, weke kuştina Hrant Dink û Tahir Elçî.
Kujerê Dêrsimê kî ye?
Nîjadkujiya Dêrsimê berhema Mustafa Kemal e. Pirtûka kujerê Dêrsimê di dest de bi serfirazî wêne kişandin, bo yekî Dêrsimî dibe serfirazî an rûreşî?
Dewleta tirk dikare Tirkiyeya komunîst qebûl bike, lê ne Kurdan. Tişta dibêjim, taybetmendiya dagirkeran e. Tişta dagirkerên ewropî li Amerîkaya Bakur li çermsor û çermreşan kirî, em zanin, ji me weye em zanin. Ew bêhtirî dijminê kîjanê bûn? Çermreşan? Na. Hîleta wan ji çermsoran diçû. Ji berî koletiya çermreşan, çermsor kiribûn kole û ew berdabûn hev. Ti kes qala çermsorê kole nake.
Dagirkeran, çermsor û çermreş bi hev re dizewicandin. Zewac û zarokên ji wan, wek çermreş tomar dikirin. Hewla wan, kêmkirina hejmara çermsoran û ji dîrokê rakirina navê wan bû. Çermreş Afrîkî ye, ji Amerîkayê daxwaza erdê nake. Çermsor xwecih e, xwediyê erdê ye, xaka xwe, xaka de û bavan dixwaze. Rewşa kurdan ew e.
Gava em dibêjin Kurd, ev bertek amade ye; "Tirk, Kurd, Çerkez, Ereb, Ermenî, Rum, hemû hene, hemû bira ne, çima tenê Kurd? Kurd dikeve tengasiya bersivê. Bersiv di minaka min dayî de ye. Li Tirkiyê pirsa ermenîyan ya erdê hebû. Tirkan ew qelandin. Ya Yûnaniyan hebû, bi komkujî û cihguhertinê "çareser" kirin. Ereb xwedî gellek dewletan in. Çerkes ji derve hatine, pirsa wan ya erdê tineye. Pirsa kurd hevyekê erdê ye, Kurd xaka xwe ya dagirkirî dixwaze.
"Nebin kurd, hûn dixwazin he ji were Dêrsima komunîst". Dêrsim ewilî ciyê nostaljiya sosyalîzma havînê bû, vêga ji zû ve weke ciyê nostaljiya utopîstên dûvikên projeyên dewletê ye.
Ez di her bûyerê de li ser Kurdan li polîtîkaya dewletê dinêrim. Biêş dibêjim, hilbijartina dawî nîşan da ku xelek gellek teng bûye. Deverên din li aliyekî, tişta li Dêrsimê dibe zêde diêşîne. Dikin û heneke xwe jî bi me dikin. Xwedêkî kujerê Dêrsimê kî bû?
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse