Şer bela ye

01-03-2025
Sîrwan Rehîm
Nîşan Şer Yaşar Kemal
A+ A-

Pêşkêşî Kake Hemeyê Şenaxe dikim

Dema ku François Mitterrand dibe Serokê Fransayê, di civîna yekem a çapemeniyê de, jê dipirsin:
Pirtûka dawî ku te xwendiye çi bû?

Bersiv: Romana (Tawana Kuçeya Hesinkaran) a Yaşar Kemal.

Lê nivîskarê ku herî zêde jê hez dikî? Bersiva wî bo vê pirsê jî "Yaşar Kemal" bû. [Yaşar Kemal di hevpeyvînekê de ligel nivîskar Zulfu Livaneli, sala 1997]

Di romana "Beşt" an "Wî aliyê çiyê" de Yaşar Kemal dinivîse:

Her kes nikare guhê xwe bide dengê axê, ji bo bihîstina dengê axê guh lazim e.

Çarenivîsa mirov û axê, mirov û jîngehê bi hev re ye, yek tişt e, cêwî ne.

Yaşar Kemal bi xwe nivîskarê xwezayê bû, çîroka ax û av û daran vedigot, peyv dikir çivîk û çivîk jî azad dikir, tewra qala avvexwarina mûriyan jî dikir.

Heyamekê Tirkiye bi hejmarên berdewam zêdebûyî yên binpêkirina mafên mirovan hertim di rojevê de bû, lê hevdem jî romanên Yaşar Kemal ji bo dehan zimanan dihatin wergerandin

Nivîsên wî dibûn çavkaniya hêviyê ji bo gelek mirovan, lê pergala ku hertim gilî li ser dihat tomarkirin di warê binpêkirina mafên mirovan de, ev nivîskar dida dadgehê, nivîskarek ku di wê demê de berhemên wî hevdem ji bo dehan zimanan dihatin wergerandin, lê dadgehê cezayê wê yekê li ser ferz dikir ku êdî nabe binivîse.

Yaşar Kemal di vî warî de digot: Bi mirinê cezayê min bidin çêtir e ji wê yekê ku cezayê min dane ku ez êdî nenivîsim.

Rojekê destaneke windabûyî ya Çerkezan dixwîne, Çerkez yek ji wan gel û çandên ku di Tirkiyeya hemdem de hatine asîmîlekirin (helandin), Yaşar Kemal di vî warî de dibêje; eger ewqas berhem û çandên hêja dûçarî vê yekê nebûna, eger asîmîlekirin û jinavbirin li welatê me nebûya, ez ê nebûma ev Yaşar Kemalê niha, zimana min, xeyala min û romana min dewlementir dibûn, eger ew ziman û çandên cuda û dewlemend nekuştibana.

Parastin û hebûna çanda neteweyî û herêmî pir girîng e; eger ew çand û ziman neyên kuştin mirov dibe bûnewerekî xwezayî, mirovekî xweza, mirovê xwezayî, mirovekî afirîner.

Di heman hevpeyvîna sala 1997an de digel Zulfu Livaneli, Yaşar Kemal dibêje; ez kurdî dizanim û bi destanên kurdî mezin bûm. Ez Kurd im û malbata min ji Wanê hatine.

Di heman hevpeyvîna sala 1997an de digel nivîskar Zulfu Livaneli, Yaşar Kemal bi rûyekî girj dibêje:

Ez li dijî şer im, şer bela ye.

Ez wiha difikirim; ev dinya ewqas xweş e, dinyayek ewqas bedew, ne layiqî mirovên wekî me ye. Ez berdewam wiha difikirim ku; mirov tiştekî ewqas tirsnak wekî şer afirandiye, bi wî serê xwe yê tijî nalet ve, ku em ne hêjayî vê dinyaya bedew in, ez wiha difikirim.

Yaşar Kemal dirêjiyê dide axaftina xwe derbarê şer û koçberkirina bi darê zorê û dibêje:
Tawanbara vê rewşê dewlet e, dewlet bi fermî tawanbar e. Behsa koçkirina 10 ta 15 milyon mirovan tê kirin.

Koça bi darê zorê heye, koça ji birçîbûnê jî heye, ku ev jî her koça bi darê zorê ye, herwiha koça bi darê zorê ya siyasî jî heye.

10 bo 15 milyon koçberên bi darê zorê ji Anatolyayê çûne bajarên mezin.

Dema min serdana Edeneyê dikir, hejmara Kurdan %5 bû, min serjimêrî dikir, berî ku ez bêm Stenbolê ez karmendê serjimêriyê bûm, hingê hejmara Kurdan li wir ji sedî sê bo çar bû, niha hejmara Kurdan li Edeneyê ber bi ji sedî pêncî û pênc - şêst bilind bûye. [Yaşar Kemal 2002 hevpeyvîn digel Zulfu Livaneli]. Lînka hevpeyvînê:
https://www.youtube.com/watch?v=2BRggj3f_Sg

Nivîskarî karekî zehmet û dijwar e:

Derbarê nivîskarbûnê de, carekê Yaşar Kemal di hevpeyvînekê de got: Nivîskarbûn karekî zehmet û dijwar e, min dixwest her li Çukuravayê şofêrê traktorê bûma.

Lê bûyera Kake Hemeyê Şenaxe li nêzîkî bajarê Kerkûkê tiştekî din piştrast kir; Ji bo mirovekî ku axa wî hatiye dagîrkirin, şofêriya traktorê jî ne hêsan e, ku tu dagîrkirî bî her dem tu rû bi rûyê tirsa qetilkirin û xeniqandinê yî, xeniqandina bi stûpêça xwe.

Çimkî dema mirov dikare guhdariya axê bike, dengê axê bibihîze, ji dengê erdê fam bike, çêja cotkirinê wergire, û axa wî jî dagîrkirî be, berdewam li ber egera kuştinê ye.

Mirovê dagîrkirî, di nav xeleka xeniqîner a "jenosid û êkosayd"ê de ye, ew û jîngeha wî bi hev re tên kuştin.

Tevî êrîşên bi armanca diziya axa te, lê Kake Hemeyê camêr, tu serbilindane, wekî yek ji qehremanên aê û laşekî herî zindî û wêrek ê di nav romanên Yaşar Kemal de dimînî. Kake Hemeyê Şenaxe tu yek ji wan destanan î ku divabû Yaşar Kemal nivîsîbûya.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Necat Zanyar / Wêne: Rûdaw Grafîk

Kurd li Lozanê

Balkêş e ku delegasyonê Tirk ê li Lozanê Riza Nur dibêje: 'Bingeha Kurdistanê li Lozanê hat avêtin'