DAIŞê banga baykotkirina hilbijartinên Tirkiyeyê kir

31-10-2015
RÛDAW
Nîşan DAIŞ Hilbijartinên Tirkiyê Hilbijartinên 1ê Mijdarê
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Rêxistina DAIŞê banaga baykokirina hilbijartinên 1ê Mijdarê yên giştî Tirkiyeyê kir.

DAIŞê îro vîdeoyeke li ser malpera xwe parve kir û tê de banga baykotkirina hilbijartinên 1ê Mijdarê kir.Peyama DAIŞê, çekdarên wê yê tirk bi navê Fatih Acipayam xwend.

Fatih Acipayam di vîdeoya de ya li ser malpera DAIŞê hatî weşandin got:

“Ey gelê Tirkiyeyê xwe ji hilbijartinên 1ê Mijdarê dûr bexin. Parlamenterên bên hilbijartina dê qanûnên Xwedê bin pê bikin û dê qanûn xwe bicih bikin. Ew parlamenterên hûn dengê xwe didinê qanûnên Xwedê qedexe dikin û alkolê û zinayê serbest dikin. Qanûn danîn bi tenê mafê Xwedê ye.”


DAIŞ bi wî awayî bangê li aliyên siyasî jî dike: “Mafê wê tine ye ku hûn qanûnan çêbike. Destê dizan jê bikin. Zina û alkolê qedexe bikin.”

 

DAIŞ herwiha Hevserokê Giştî yê Partiya Gelan (HDP) Selahattin Demîrtaş, Serokê Giştî yê AK Partiyê Ahmet Davutoglu, Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu û Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Nijadperest (MHP) Devlet Bahçelî weke firawûnan nirxandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst