Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di 16 salan de 228 girtîgeh hatin çêkirin

31-08-2021
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Girtîgeh
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di 16 salan de desthilata AK Partiyê 228 girtîgeh çêkirine. Li navçeya Çine ya parêzgeha Aydinê girtîgeheke nû bi 35 milyon dolaran tê çêkirin. Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li gor amarên dawiya meha Temûza 2021ê 287 hezar û 716 kes di girtîgehan de ne.

Desthilata AK Partiyê ku di 16 salan de 228 girtîgeh çêkirine, ji bo girtîgeheke nû girêbest îmze kir. Li gor encama kêmgirî ango îhaleyê ku îro hat ragihandin dê li navçeya Çine ya parêzgeha Aydinê bi 35 miyon dolaran girtîgeheke nû bê çêkirin.

Li gor girêbestê girtîgeha ku dê ji aliyê Kompanya Avahiyan EN-SAyê ve were çêkirin dê heta 24ê Kanûna 2023an temam bibe.

Ji bo li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 8 girtîgehên nû werin çêkirin di sala 2021ê de bi 180 milyon dolaran girêbestên projeyan hatine îmzekirin.

Girêbestên ku di 2021ê de hatine îmzekirin:

Girtîgeha Aksekiyê: 10 milyon dolar

Girtîgeha Giresun Şebinkarahisar: 8,5 milyon dolar

Girtîgeha Kutahya: 20 milyon dolar

Girtîgeha Çine: 35 milyon dolar

Girtîgeha Konyayê: 63 milyon dolar

Girtîgeha Sêrtê: 12 milyon dolar (Bakurê Kurdistan)

Girtîgeha Dersîmê: 9,5 milyon dolar (Bakurê Kurdistan)

Girtîgeha Semsûrê: 23 milyon dolar (Bakurê Kurdistan)

Li gor Konseya Ewropayê, Tirkiye li ser asta Ewropa li gor rejeya welatiyan di hejmara girtiyan de welatê yekemîn e. Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji her 100 hezar welatî 357 kes di girtîgehan de ne.

Kapasîteyên girtîgehên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 251 hezar û 88 kes in, lê li gor amarên dawiya meha Temûza 2021ê 287 hezar û 716 kes di girtîgehan de ne. 274 hezar 816 girtî mêr in û 11 hezar 720 girtî jî jin in. Herwiha hezar û 630 zarokên girtî jî hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst