PSK: Li dijî kesên ne Tirk û Misilman in êriş zêde dibin

31-07-2022
RÛDAW
Nîşan PSK Tirkiye Elewî Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) êrişên li dijî  saziyên Elewiyan de şermezar kir û ragihand ku “li Tirkiyê her ku roja hilbijartinê nêzik dibe, êrîşên bo ser pêkhateyên ne Tirk û Mislman in zêdetîr dibin.”

PSKê di daxuyaniyekê de bal kişand li ser zêdebûna êrişê li dijî pêkhateyan û ew êriş şermezar kirin.

Di daxuyaniya xwe de PSK dibêje: “Li Tirkiyê her ku roja hilbijartinê nêzik dibe, êrîşên bo ser pêkhateyên ne Tirk û Misilman û penabêran jî zêdetîr dibin. Li Tirkiyê roj nîne, ku penaberek neketibe êrîşa nijadperestiyê.”

PSK bibîr xist ku li Tirkiyê di heyama du hefteyên dawî de, li Stenbolê goristaneke Cuhiyan hat wêrankirin, xortekî Ermenî yê xwedî pêwîstiyên taybet kete ber êrîşê, karkerekî Kurd, ji ber ku heqdestiya xwe xwastiye hate birîndarkirin û got: “Duh jî bi şîklê organîzekirî, 6 cemxane û saziyên Elewiyan ketin ber êrîşê. Ev êriş ne bi tesadufî ne, ne jî karên hinek kesên meczup, sermest, dîn û dînik in, ku karbedestên Tirkiyê dibêjin. Beravejî, ev êriş  berhema sîstema yekperestiya dewleta Tirk e, ku li ser bingeha Tirk- Misilmanan hate avakirin.”

PSK tekez dike ku Elewiyên Tirkiyê jî yek ji armancên sîstema wî welatî ne û dibêje: “Ji roja avakirina xwe vir de, dewleta Tirk bi gor roporên, ku derheqa Elewiyan de hatine amadekirin, kar û xebat dike. Bi gor roporên hanê siyaseta haşakirinê, asîmîlasyon, îmha û jenosîdê bi rêve dibe, dixwaze Elewiyan bike Misilman û Elewiyn Kurd jî bike Tirk û Misilman. Komkujiya Qoçkîrî, jenosîda Dêrsimê, bûyerên Meletî Çorum, Maraş, Madimak û Gazî berhema vê siyaseta dewleta Tirk in.  Û ev êrîş hanê hevdem ligel operasyon û êrîşa dewleta Tirk li Kurdistana Bakur, Başur û Rojava tên kirin.”

PSK herwiha amaje dike ku hevpeymaniya Cumhur ku ji MHP û AK Partiyê dike dixwaze bi kiryarên bi vî renfî desthilata xwe biparêze û dibêje: “Bê guman herku roja hilbijartinê nêzîk dibe, êrîş û ajaveyên bi vî rengî dê zêde bibin. Hestyarî li hember ajavegeriyê û halwesta pêgir li hember êrîşên dewletê, nahele Îttîfaka Cumhur bigîhîje armanca xwe.”

PSK êrîşên vê dawiyê şermezar dike û ji “hêzên welatparêz, demokrat, aşitîxwaz û azadîxwaz” daxwaz dike ku dengê xwe li hember êrîşan bilind bikin.

Herî dawî PSK piştgiriya xwe ji bo Elewiyan nîşan dide û dibêje: “Em, carekî din daxwazê dikin, ku hemû mafên olî û çandî yên Elewiyan bêyî şert bêne nasîn.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst