Serokê Parlamentoya Tirkiyê ragohand ku 4 komîsyonên nû yên lêkolînê li parlamentoyê hatine pêkanîn
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Tirkiyê Mustafa Şentop ragihand ku hejmara dosyeyên rakirina parêzbendiya parlamenteran gehiştiye hezar û 359 fezlekeyan.
Serokê Parlamentoya Tirkiyê Mustafa Şentop di civîna nirxandina sala 4emîn a heyama 27an a Parlamentoya Tirkiyê de axivî û got, 4 komîsyonên nû yên lêkolînê li parlamentoyê hatine pêkanîn û 26 pêşniyarên hevdîtina giştî bo parlamentoyê hatine pêşkêşkirin, ji van 23 pêşniyar di rojeva desteya giştî de ne û 2 dosye jî kar li ser wan tê kirin.
Mustafa Şentop herwiha eşkere kir ku hejmara dosyeyên rakirina parêzbendiya parlamenteran gehiştiye hezar û 359 fezlekeyan.
Parlamentoya Tirkiyê piştî 76 rojan sibe 1ê Cotmeha 2021ê tê vekirin. Ji ber sîstema dengdan û kontrolê bûye dijîtal ji nû ve şopa tiliya parlamenteran tê girtin.
Li gor bernameya parlamentoyê di vê proseya nû de Qanûna Hilbijartinan, Qanûna Partiyên Siyasî û serrastkirinên Medya Civakî jî dê bên gotûbêjkirin. Civînên grubên partiyên sîyasî jî roja Sêşemê 5ê Cotmeha 2021ê destpê dikin.
17ê Cotmehê Pêşniyara Qanûna Butçeyê ya Rêveberiya Navendî ya 2022an destpêkê li Komîsyona Butçe û Plansaziyê û piştre jî li Desteya Giştî tê gotûbêj kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse