AK Partî: Xelk ji ber du sedeman ji me aciz in

30-06-2022
RÛDAW
Nîşan Tirkiye AK Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor rapirsiya AKPê ku li 5 bajarên mezin ên Tirkiyê hatiye kirin xelk herî zêde ji ber “koçberên Sûrî” û “qeyrana aborî” ji AKPê aciz in.

Alîkarê Serokê AK Partiyê Mehmet Ozhasekî ragihand ku wan li bajarên Antalya, Enqere, Edena, Stenbol û Mersînê rapirsiyek kirine û ji beşdarbûyan pirsa “hûn çima ji AK Partiyê aciz in?” kirine.

Li gor encamên rapirsiyê, sedemên serekî yên acizbûna xelkê ji AK Partiyê “koçberên Sûrî” û “qeyrana aborî” ne.

Li Stenbolê di rêza yekem de “koçberên Sûrî” û di rêza duyem de “qeyrana aborî” derketiye. Li Enqerê jî di rêza yekem de “qeyrana aborî” û di rêza duyem de “koçberên Sûrî” derketiye.

Mehmet Ozhasekî dibêje, xelk dîsan ji AK Partiyê bi hêvî ne û gotine AK Partî dikare van pirsgirêkan çareser bike.

Ozhasekî herwiha got, li 5 bajaran pirsa hilbijartina serokkomariyê jî kirine û rêjeya dengên Recep Tayyip Erdogan di jor %50 de ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst