Li Tirkiyê girtîgeh tejî bûne û 175 girtîgehên nû çêdikin

29-12-2016
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Girtîgehên Tirkiye piştî hewla derbeyê ji kapasîteyên xwe bihorîne û li hin girtîgehan girtî bi dorveger dikarin razin.


Bi sedan girtiyên nexweş jî kêlî bi kêlî bervî mirinê diçin. Li aliyê din wezîrê dadê radigihîne ku ew 175 girtîgehên nû çêdikin. Hiqûqnas vê yekê weke nîşaneya rewşa girantir û operasyonên mezin dinirxînin.


Dîlan Kaya ya 21 salî, keça yek ji girtiyên nexweş e ku hejmara wan ji 900 kesî bihorî ye. Dîlanê beşeke mezin ji temenê xwe di rêyên girtîgehan de derbas kiriye. Him diçe zankoyê, him jî ji bo bavê xwe Sebrî tê dikoşe da ku cezayê wî bê texîrkirin.


Bavê Dîlanê li girtîgeheke ku 11 seatan dûrî malê ye tê girtin, nexweşê dil lê û malbatî wî jî bi guman û di mercên giran de pêşwaziya sersalê dike.


Dîlan Kaya ji Rûdawê re wiha got: “Ez di sala nû de ji bo bavê xwe û hemû girtiyên nexweş azadiyê hêvî dikim. Bavê min 7 salin girtî ye û nikare pêdiviyên xwe bi cî bîne. Bi salane em serî li her derê didin lê tu çareyek nîne. Mercên hundir giran in. Bavê min li wir nexweş bû. Wî nabin kontrolan û em ji wî bi guman in. Tevî ku rapor heye, Tipa Edlî destûra berdana wî nade.  Em 6 xîşk û biran e û rewşa malbatê jî gelekî xirab e.”


Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi tevahî 372 girtîgeh hene. Kapasîteya wan jî 189 hezar kes e. Lê niha zêdeyî 210 hezar kes li van deran tê ragirtin. Di nava salekê de 225 kesan di zindanan de jiyana xwe jidest dane. Rewşa girtîgehan gihîştiye ber devê metirsiyê. Li gorî mafparêzan rewşa giran du qatî salên 90î ye.”


 Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD)  Eren Keskîn jî got: “Çêkirina girtîgehên nû tê wê wateyê ku bo mixalefetê fişarên girantir li ber me ne. Her dibên salên 90î lê niha bi hinceta rewşa awarte merc bêhtir hatiye girankirin. Girtîgeh bûne cihê êşkenceyê û hejmara nexweşan her zêde dibe. Di salên 90î de dijberiya Ewropa hebû, lê niha ew jî ditirsin ku bêne Tirkiye. Min tu pêvajo nedîn ku em ewqasî bê pêşbînîbin.”


Tevî ku rewş wiha giran e û tu planeke çareserkirinê jî nîn e, wezîrê dadê xebera tiştên din dide. Tirkiye amadekariya 175 girtîgehên nû dike ku ewê di 2017an de vebin. Di nava wan de 5 jê girtîgehên zarokan in. Li gorî daxuyaniya wezîr, wê 157 girtîgehên biçûk bêne girtin û li şûna wan kampûs û kompleksên girtîgehên mezin bêne çêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst