Birûskê li keriyê pez da: 48 serî pez mirar bûn

29-09-2023
Nîşan Manîsa Keriye Pez Birûsk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Selendiyê ya Manîsayê birûskê li keriyê pezê ku li ber siya darê mexel bû da.

Di encamê de 48 serî pez mirar bûn.

Di dema baranên bihêz ên li taxa Karakozanê a navçeya Selendiyê de, birûskê li erdê Mehmet Gok da ku ajeldariyê dike.

Di encama bûyerê de 48 serî pezê ku li ber siya darê mexel bûn, mirar bûn.

Rêvebirê Çandinî û Daristanan yê Herêmê Ahmet Ayhan û tîmek ji cendirmeyan çûn cihê bûyerê û wan lêkolîn kirin.

Ahmet Ayhan piştî lêkolînan wihagot:

“Bûyerên ku em nikarin bibin asteng diqewimin. Divê hilberîner û cotkarên me li hemberî karasatên xwezayî tedbîrên xwe wergirin.

Li hemberî van karasatan, pêwîst e wekî ewlehiya yekem ji ajelan re sîgorta (temînat/bîme) were çêkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst