Bihayê mazotê careke din tê zêdekirin

29-01-2024
RÛDAW
Nîşan Mazot Zêdekirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê careke din bihayê mazotê zêde dibe û ji îşev û pê ve lîreyek û 38 quruş tê ser her lîtreyeke wê.

Herî dawî 19ê vê mehê mazot lîreyek û 15 quruşan hatibû zêdekirin.

Piştî ku bac hatin zêdekirin, lîreyê Tirkî nirxê xwe ji dest da û li bazarên cîhanê petrol biha bû, li Tirkiyeyê jî bihayê sotemeniyê rojane zêdetir dibe.

Li gorî medyaya Tirkiyeyê, ji 29ê Kanûna Paşîna 2024an û pê ve li her lîtreyeke motorînê lîreyek û 38 quruşan zêde dibe û digihêje nêzîkî 42 lîreyan.

Piştî vê zêdebûnê her lîtreyeke motorînê li Stenbolê dibe 41,50 lîre, li Enqereyê dibe 42,28 lîre û li Îzmîrê jî dibe 42,49 lîreyên Tirkî.

Beriya hilbijartinên 14ê Gulana 2023yan lîtreya benzînê bi 19,76 lîreyan û lîtreya motorînê jî bi 18,58 lîreayan dihat firotin.

Ji wê demê heta niha benzîn nêzîkî 18 lîreyan û motorin jî nêzîkî 21 lîreyan zêde bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst