Li dijî avahiya HDPê ya Stenbolê êrişa çekdarî

28-12-2021
RÛDAW
Nîşan HDP Stenbol Êrişa Çekdarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 2 kesên ku li dijî avahiya Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Bahçelîevler a Stenbolê êrîşa çekdarî pêk anîn, bi kêrê endamekî partiyê birîndar kirin. Hat zanîn ku kesê êrişkar di dema êrîşê de gotiye “Ez dê we bikujim”.

Îro Sêşembê 28ê Kanûna 2021an du kesan êrîşî avahiya Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Bahçelîevlerê ya Stenbolê kirin.

Li gor agahiyan, ji êrîşkaran yekî çek û yê din jî kêr hilgirtibû.

Hat ragihandin ku kesê çekdar bi dengekî bilind qîriyaye û gotiye, “Ez dê we hemûyan bikujim”. Yek ji êrîşkarên ku piştî mudaxaleya endamên HDPê hewl daye bireve, ji aliyê polîsan ve hatiye desteserkirin.

Li gor agahiyên destpêkê, êrîşkarê ku hatiye desteserkirin 25 salî ye.

Hat diyarkirin ku çeka êrîşkar girtî ye. Hat îdiakirin ku di êrîşê de endamekî partiyê bi kêran birîndar bûye.

Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Ferhat Encu li ser hesabê xwe yê Twîtterê têkildarî êrişê ragihandiye, “Li hemberî avahiya me ya li navçeya Bahçelîevlera Stenbolê hewldana êrîşa çekdarî pêk hat. Di encama girtina çekê de rê li karesateke mezin hat girti. Êrîşkar hat desteserkirin.”

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst