Stenbol: Bavê xwendekarekê êrişî mamosteyan kir

10-05-2024
RÛDAW
Nîşan Stenbol Mamoste Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Maltepeyê ya Stenbolê bavê xwendekarekê bi ser dibistanê de girt û hewl da êrişî rêveberên dibistanê bike.

Bûyer li dibistaneke seretayî ya li taxa Zumrutevlerê ya navçeya Maltepeyê ya Stenbolê çêbû.

Li gorî zanyariyan keça kesê bi navê D.T. beşdarî geşteke dibistanê bû lê li şûna ku bi servîsê vegere derengiya şevê bi meşê vegeriya malê.

D.T ku ji bo wergirtina keça xwe çû dibistanê, dema ku ew nedît, xwest li tomarên kamereya çavdêriyê ya dibistanê binêre.

Rêveberê dibistanê M.K. û alîkara wî E.B. got ku ew tenê dikare bi serpereştiya polîsan li tomaran binêre.

Li ser vê yekê di navbera her du aliyan de nîqaş derket û D.T. hewl da êrişî rêveberê dibistanê û alîkara wî bike.

Rêveberên dibistanê deriyê odeya xwe girt û polîs agahdar kir.

Di dîmenên kameraya çavdêriyê ya dibistanê de diyar dibe ku D.T. kursiyek di destan de ye û hewl dide derî bişikîne.

Li ser agahdarkirinê hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê û D.T. desteser kirin.

Ew piştî karûbarên îfadeyê hat berdan.

Ev di demekê de ye ku 7ê Gulanê li navçeya Eyûpsultan a Stenbolê jî xwendekarekî Îraqî bi hinceta ku ew ji dibistanê avêtiye rêveberekî dibistanê kuştibû.

Îro li piraniya bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê wekî karvedan li hemberî bûyerê mamoste neçûn ser kar û tundûtûjiya li dijî mamosteyan protesto kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst