Tirkiye hat rexnekirin: Ji xeynî binpêkirinên mafan krîza aboriyê jî lê zêde bû

28-03-2023
Omer Sonmez
Nîşan Amnesty Rêxistina Efûya Navdewletî Tirkiye
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî rapora xwe ya bi navê “Li Cîhanê Rewşa Mafê Mirovan 2022” li Stenbolê bi bernameyekê eşkere kir.

Di raporê de Rêxistina Efûyê, herêm bi herêm û welatan bi giştî rewşa 154 welatan ji aliye rewşa mafên mirovan ve nirxand. Bal hat kişandin ku di sala 2022yan de li tevahiya dinyayê şer û pevçûnên nû dest pê kiriye û ew şer hêj jî berdewam dikin.

Li aliye din, Tirkiye ji aliyê binpêkirinan mafên mirovan ve hat rexnekirin û hat gotin, ji xeynî binpêkirinên mafan krîza aboriyê jî lê zêde bûye û ev krîz bandorê dide ser jiyana bi mîlyonan kesî.

Di raporê de ji bo Tirkiyê çend doz û binpêkirinên mafan mînak hatin destnîşankirin. Di raporê de bi taybetî rewşa jinan, rewşa LGBT+İ, astengkirina çalakiya Dayikên Şemiyê, doza kuştina Tahir Elçi, doza girtina HDPê, daxwaza qedexekirinê ji bo siyasetmedarên Kurd, yasaya dezenformasyonê û miameleya xirab ya li dijî penaberan cih girtin.

Koordînatora Kampanyayan ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî li Tirkiyê Damla Ugantaş got “Di sala 2022yan de bi şerê dagirkirina Rûsyayê bi ser Ukraynayê li cîhanê şer û pevçÛn car din gur bûn. Ev yek li cîhanê bû qonaxek gelek girîng, lewra sîyaseta cîhane guherand.”

Dîrektorê Ragihandin û Kampanyayan Tarık Beyhan dibêje “Li Tirkiyê ji aliye mafên mirovan ve yek ji pirsgirêkên sereke cibicihnekirina peymanên navdewletî ye. Li gel k udi destûra bingehîn a Tirkiyê de cih digre jî. Mînaka cibicihnekirina biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê. Biryara derbarê Demirtaş de nayê cibichkirin. Herwiha doza girtina HDPê berdewam dike. Li aliye din li bajarên Rojhilatê em dibinin ku azadî û rêxistina li nav kolanan tim tên astengkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst