Piştî erdhejê daxwaza li ser xaniyên prefabrîk zêde bû

27-11-2023
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Xaniyê prefabrîk/Wêne: AA
Xaniyê prefabrîk/Wêne: AA
Nîşan Xaniyê Prefabrîk Erdhej
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Piştî erdhejên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê yek ji sektorên ku geş bûye sektora xaniyên prefabrîk û xaniyên seyar in.

Hikûmeta Tirkiyeyê piştî erdhejan nêzîkî 200 bajarên konteyner û prefabrîk ava kirin.

Ev jî bû sedem ku sektor zindî bibe. Herwiha baca li ser kompanyayên ku xaniyên prefabrik û konyetnera çêdikin jî ji sedî 18 dakete ji sedî 1ê.

“Pêwîst e em li welatê xwe êdî şêweyê avahiyên xwe biguherin”

Xwediya yek ji kompanyayên prefabrîkan Gul Erdoganê got:

Ez wisa difikirim ku pêwîst e em li welatê xwe êdî şêweyê avahiyên xwe biguherin.

Welatê me di bin gefa erdhejan de ye û hûn dizanin ku metirsî li ser Stenbolê jî heye.

Di rewşeke wiha de pêwîst e amadekariyên me hebin, hem prefabrîk hem xaniyên seyar ên ji pola têne çêkirin gelekî giring in.

Em giringiyê didin xaniyên ji pola ku amadekarina wan hêsantir û saxlemtir in.”

Li gorî kompanyayên ku aktorên sereke yên sektorê ne pêwîstiya wan zêdetir bi alikariya hikûmetê heye ku ew bikaribin zêdetir kar ji bo çêkirina xaniyên prefabrîk û konteyner çêbikin.

Tenê li herêma erdhejê pêwîstî bi milyonek avayên prefabrik û konteyneran heye.

“Mirov dikare piştî erdhejê di 4 saetan de xaniyekî seyar ava bike”

Endezyarê xaniyên prefabrîk Muhammed Akarca anî ziman:

Em li ser projeyan kar dikin. Keresteyên em bi kar tînin herî kêm 2 heta 3 santîm stûr in.

Ji sedî 92 bi temamî keresteyên paqij in û ji bo tenduristiyê baş in. Sîstemên niha heyî hem li gorî keşûhewayê guncaw in hem jî zû têk naçin.

Xwedê neke eger erdhejek çêbe hûn dikarin piştî erdhejê di nava 4 seatan de xaniyekî seyar ava bikin.”

Bihayê xaniyê herî erzan ê prefabrik ê yek metre duca ji 12 heta 13 hezar lîreyan dest pê dike û heta 15 hezar lîreyan jî diçe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst