Heyeta ku çûbû serdana Ocalan vegeriya Stenbolê

27-02-2025
RÛDAW
Nîşan Heyeta Îmraliyê DEM Partî Abdullah Ocalan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê piştî ku li Girava Îmraliyê bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir vegeriya Stenbolê.

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ya ku ji Ahmet Turk, Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder, Tulay Hatîmogullari, Tuncer Bakirhan, Cengîz Çîçek û Faîk Ozgur Erol pêk tê  ji bo civîna sêyemîn a bi Abdullah Ocalan re çû Girava Îmraliyê.

Hat zanîn ku hevdîtina heyetê bi Ocalan re bi dawî bûye û heyet vegera Stenbolê.

Tê gotin ku heyet dê saet 17:00an li Stenbolê banga Abdullah Ocalan bi raya giştî re parve bike û ev ne daxuyaniyeke fermî ye.

Beriya daxuyaniyê, li gelek bajarên ekranên mezin hatin danîn. 

Rêxistinên DEM Partiyê yên Amed û Wanê bi rêya medyaya civakî daxuyanî weşandin û bang li welatiyan kir ku li daxuyaniyê temaşe bikin.

Ji ber vê yekê, ji bo temaşekirina daxuyaniyê dê li her du bajaran ekranên mezin bên danîn.

Li aliyê din Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê jî ji bo banga Ocalan zindî were temaşekirin, li 7 bajaran amadehiyên xwe temam kirin.

Ji bo daxuyaniyê dê ekranên mezin li bajarên Qamişlo, Hisîça, Dêrik, Reqa, Tebqa, Kobanî û Helebê bên danîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst