Li Tirkiyê kota bûye derdê cotkarên çayê

26-07-2017
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Herêma Deryaya Reş Artvîn Tirkiye Cotkar Çay
A+ A-

Artvîn (Rûdaw) - Hilberandina çayê li Tirkiyeyê li herêmê Derya Reş pêk tê û di salê de milyon û 200 hezar ton çay ji bajarên wek Trabzon, Rîze û Artvînê dikeve nav bazara Tirkiyeyê, piştî gelek nîqaşan, dewletê niha kota daniye ser hilgirtina çay û cotkar bi neçarî çayên xwe yê zêde difroşin kompanyayên nefermî. Cotkarên çayê ji vî awayî nerazî ne û ew dibêjin, em dê dest ji hilberandina çayê berdin.

 

Li Herêma Derya Reş cotkarên çaybir di bin baranê de dilezînin da ku mehsûlên xwe zû bigihînin bazirganan.

 

Çay li Tirkiyeyê tenê li vî herêmê (herêma Deryaya Reş) şîn dibe. Bi gotina cotkarên herêmê ku çayê diçînin, tenê ezyet û cefaya wê tenê birîn û veguhastina wê ye, îsal dewletê nirxeke baş nedaye çayê û herwisa cotkar neçarî bazirganên seyar bûne, bi vî awayî keda destên wan bûye wek kefa sabûnê.

 

Cotkarê Çay Atakan Makar derbarê rewşa çandiniya çayê û arîşeyên cotkarên herêmê de ji Rûdawê re axivî û got: “Pirsgirêka me ya herî mezin ew e ku ,dewlet me neçarê destê bazirganên taybet dike, em feqîr, belengaz û nexwendî ne, ew me dixapînin û em nikarin li mafên xwe xwedî derkevin.”

 

Berê kirîna çay tenê bi destê dewletê bû, piştî ku dewletê kota danî ser hilgirtina çay, Cotkar niha bi neçarî çayên xwe didine kompanyayên ne fermî,Ev  kompanya carna li gor xwe nirxên kêm  datînin û carna jî pereyên cotkaran li wan venagerînin.

 

Bazirganê Çayê Vûral Başar jî dibêje: “Kompanyayên taybet çayê xelkên distînin û pereyê wan nadine wan, dewlet di vî warê de gelek saxlem e; lê em çi bikin dewletê me êxsîr kiriye û ji bilî koteyekê çay nastîne.”

 

Cotkarên çay dibêjin, ku li  Tirkiyeyê qîmeta cotkaran her diçe kêmtir dibe û pergala bi vî awayî wan neçarî karên cuda dike û didin xuyakirin, ku wan niyete heye ku dest ji vî karî berdin.

 

Çay li Tirkiyeyê tenê li rojhilatê Deryareş li bajarên wek Rize Artvîn, Trabzon û Giresûnê çêdibe,  ji çeperên çay cotkarek dikare 250 sal hilberîn bi dest bixe, salewext li van deran milyon û 300 hezar ton çay tê hilberandin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst