HDP: Li Tirkiyê dê şerê navxwe dest pê bike

25-12-2017
RÛDAW
Ayhan Bilgen
Ayhan Bilgen
Nîşan HDP Ayhan Bilgen Tirkiye Şer Rewşa Awarte
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayhan Bilgen got li Tirkiyê rewş neyê guhertin dê şerê navxwe dest pê bike.

 

Parlamenterê HDPê Ayhan Bilgen li Enqrê di kongreyekî rojnamevaniyê de ragihand ku niha Tirkiye ketiye rewşeke gelek metirsîdar û eger ev rewşa awarte neyê rakirin, dê li Tirkiyê şerê navxwe dest pê bike.


Ayhan Bilgen bang li hemû partiyên dijbereya Tirkiyê jî kir ku li gel HDPê hevpeymaniyekê ava bikin û li dijî biryarên hikûmeta AK Partiyê rawestin.


Bilgen di axaftina xwe de wiha got: “Mixabin niha parlemento hatiye girtin û tevî girtina parlementoyê jî me du biryarnameyên din ên di hikmê qanûnê de jî dîtin. Em desthilata Tirkiyê û hemû aliyên din hişyar dikin ku êdî nema em dikarin xwe li ber rewşa awarte bigrin. Derxistina van herdu biryarnameyên di hikmê qanûnê de bi serê xwe li dijî îradeya parlementoyê bêrêzî ye. Ji ber ku me dixwest ku ev mijar di parlementoyê de bê gotûbêjkirin.”


Di berdewamiya axaftina xwe de parlamenterê HDPê amaje bi wê yekê kir ku eger heye li Tirkiyê şerê navxwe rû bide û wiha domand:


“Niha Tirkiye anîne ber durîyanekê, dibe ku şerê navxwe jî çêbibe. Ti aliyek nikare vê yekê paşguh bike. Em bang li hemû partiyên dijbereyê dikin ku bên û em bihev re helwesteke hevbeş nîşan bidin. Emê sibê civîneke berfireh li gel hemû hevserokên HDPê yên bajar û bajarokan pêk bînin. Paşê jî encûmena navendî ya HDPê bicive û dê vê rewşa metirsîdar gotûbêj bike.” 


Nivîsîn: Aydin Bayram

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst