Stenbol (Rûdaw) – Stenbol ku êdî bûye weke payîtexta festîvalan niha jî bi festîvala herî şêrîn, ya çîkolata şêniyê xwe şên dike.
Stenbol ku hema her roj festîvaleke cihê deriyên xwe lê vedike, vê carê mazûvaniya festîvala çîkolata dike. Di çarçoveya festîvalê de bi dehan fîrmayên çîkolata standên xwe danîn. Peyker, nîgar, avahî û her tiştê ku ji çîkolata hatine çêkirin jî bi cacîbeya xwe xelkê heyirî dihêle. Festîvala herî tamxweş dê 3 rojan berdewambe.
Choklat Show cara yekem tê lidarxistin û li qada festîvalê dîmenên rengîn rû didin. Xelkê ku serdana festîvalê dike him ji dîzaynên ji çîkolata temaşe dikin û him jî bi têra xwe çîkolata dixwin.
Organîzatorê Orhan Saatçioglu ji Rûdawê re wiha got: “Çîkolata di çanda me de nîne. Çandeke rojavayî ye. Li Tirkiye jî pir bi pêş neketiye. Armanca me jî ev e ku xelkê me li çîkolatayê hez bike. Şekir û çîkolatayên me yên bûtîk û taybet jî hene. Pasta û muzeya me ya çîkolata heye. Me jî organîzasyoneke baş amade kir.”
Di çarçoveya festîvalê de aşpêjên naskirî jî numayîşa hunerên xwe dikin. Peykerên ku temamê wan ji çîkolata hatine çêkirin beşa beşa herî balkêş e di festîvalê de. Siyasetmedarên bi heybet, kesên ku mohra xwe li dîrokê xistine û ajokarê herî navdar Michael Schumacher.
Dizayner Tuba Geçgil jî got: “Piraniya van berheman xelat wergirtine. Xwediyê madalyayên zêr in. Trûmp hêsan bû min di du rojan de çêkir lê Merkel 3 hefte ajot. Li cîhanê deng veda. Bi taybetî dema Merkel li Elmanya hat nîşandan, ket rojeva hemû cîahnê.”
Dema ku festîval a çîkolatayê be, bêguman herî zêde zarok bi kelecanê disincirin. Vayê kêf û coşa wan.
Alya Sû Kûçûkoglû jî got: “Em pêşiyê kekan di hûrikê mist didin û distirên. Pişt re jî em wan diavêjin nava çîkolatayê û bi kêfa xwe dixemilînin. Ji herkesî re noşî can be.”
Ew pîre jina nexweş jî xwe ranegirtiye û ji nivînên xwe yên nexweşiye rabûye û berê xwe daye cihê festîvalê.
Gûlsûme Açik jî anî ziman: “Welleh ez nexweş di nava nîvînan debûm. Min ev der bihîst, mal jî nêzikbû û ez rabûm hatim.”
42 fîrmayên çîkalata beşdarin di festîvalê de û hosteyên wan jî bi workshopan, beşdaran fêrî çêkirinê dikin. Çaverê ye ku zêdeyî 5 hezar kes di nava 3 rojan de serdana festîvalê bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse