Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk ragihand derbarê egera hilbijartineke pêşwext axivî û got, “Eger îro hilbijartin bê kirin mixalefet careke din têk biçe lê wekî me berî niha jî diyar kiriye di rojeva Tirkiyeyê de hilbijartina pêşwext nîne.”
Ev demeke li Tirkiyeyê derbarê hilbijartineke pêşwext nîqaş hene.
Mixalefeta Tirkiyeyê ev demek e ji ber têkçûna rewşa aborî, rêjeya bilind a enflasyonê û mijara qeyûman û çend sedemên din bangî desthilata AK Partiyê dike ku li Tirkiyeyê hilbijartineke pêşwext bê kirin.
Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk di kongreya navçeya Seyhanê ya partiya xwe ya li Edeneyê de derbarê wê banga mixalefetê axivî û ragihand ku mijara hilbijartina pêşwext di rojeva wan de nîne.
Omer Çelîk got, “Eger îro hilbijartin bê kirin jixwe dê opozîsyon carek din têk biçe lê wekî me berî niha jî diyar kiriye di rojeva Tirkiyeyê de hilbijartina pêşwext nîne.”
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hilbijartinên giştî her pênc sal careke tên kirin.
Herî dawî Gulana 2023yan ew hilbijartin hatin kirin û di wan hilbijartinan de partiya desthilatê AK Partî ku zêdeyî 20 sal in li ser desthilatê ye carek din bû yekem û serokê wê Recep Tayyîp Erdogan jî dîsa bû serokkomar.
Bi awayî asayî hilbijartinên giştî dê Gulana 2028an bên kirin lê li gorî rapirsiyeke Kompanyaya Şêwrimendî û Rapirsiyan a MAKê ji sedî sedî 54ê welatiyan dixwazin hilbijartineke pêşwet li Tirkiyeyê bê kirin û ji sedî 38ê wan jî ne li gel wê yekê ne ku ew hilbijartin bê kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse