Kiliçdaroglu: Em dê hewl bidin li parlamentoyê ‘Lozan’ wek cejn bê pesendkirin

24-07-2022
RÛDAW
Nîşan CHP Kemal Kiliçdaroglu Peymana Lozanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu dibêje, ji bo ku Lozan bibe cejn, ew dê piştî vebûna parlamentoyê pêşniyarekê pêşkêş bikin.

Kiliçdaroglu roja Şemiyê 23ê Tîrmeha 2022an di gotarekê de ku di 99emîn salvegera Peymana Lozanê de li bajarê Bursa yê Tirkiyê pêşkêş kir, got, “Em dê piştî bidawîbûna betlaneya parlamentoyê kar li ser wê yekê bikin da ku Lozan wek cejn bê pesendkirin.”

Kiliçdaroglu anî ziman, “Sozê didim we hemûyan; dema parlamento hat vekirin yekemîn pêşniyara yasa ku pêşkêşî parlamentoyê dikin bo qebûlkirina Lozanê dibe wek cejin. Her wiha ji bo ku Lozan bibe cejn û bo cîbicîkirina erkê ser milên me bi pêşengiya parlamenterên xwe yên Bursayê dê pêşniyarê pêşkêş bikin û lavê ji hemû koçberên Balkan dikim, werin nav partiya Mistefa Kemal û tevlî me bibin. Deng bidin û em dê bi hev re bimeşin.”

Peymana Lozanê 24ê Tîrmeha 1923an li bajarê Lozan a Swîsreyê hat hat îmzekirin. Li gor Peymana Lozanê, sînorê dewleta Tirkiyê yê nû hat diyarkirin û Peymana Sevrê di ber çav re hat derbaskirin ku mafê çarenivîsê dida Kurdan. Wilayeta Mûsilê ji Tirkiyê hat veqetandin û ti mafek bo Kurdan nehat destnîşankirin.

Saleke din 100 sal di ser îmzekirina Peymana Lozanê re derbas dibin. Tirkiye çendîn sal e amadekariyê dike ji bo bidawîbûna wê peymanê da ku vegere wan cihên di projeya Mîsaqî Millî de wek axa dewleta Osmanî hatine diyarkirin, bi taybetî jî li Başûr û Rojavayê Kurdistanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst