Cudakirin û hejmartina dengan dest pê kir

24-06-2018
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Bakurê Kurdistanê Hilbijartin Dengdan HilbijartinTirkiye
A+ A-

Enqere (Rûdaw) – Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê proseya dengdanê bo her du hilbijartinên serokomarî û parlamenî yên Tirkiyê bi dawî hat û proseya cudakirin û hejmartina dengan dest pê kir.

 

Li gorî zanyariyan, îro Yekşemî 24ê Hezîranê serê saet 17:00an deriyên sindoqên dengdanê li seranserê Tirkiyê hatin girtin û bi fermî dengdan bi dawî hat.

 

Piştî bi dawî hatina dengdanê li Tirkiyê, proseya cudakirin û hejmartina dengan dest pê kir.


Proseya dengdanê li seranserê Tirkiyê bo her du hilbijartinên serokomarî û parlamentoya wî welatî, îro saet 08:00ê sibehî dest pê kiribû.

 

Li gorî Saziya Hilbijartinan a Tirkiyê, ji nifûsa 80 milyon 810 hezar û 525 kesî ya Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, 59 milyon 391 hezar û 328  kesan mafê dengdanê hebû.

 

Ji wê rêjeya dengderan, 3 Milyon û 49 hezar û 65 kes ji dervey Tirkiyê û 56 Milyon û 342 hezar û 263 li navxweyê Tirkiyê xwediyê mafê dengdanê bûn.

 

Herwiha di hilbijartinên vê carê, dê milyonek û 650 hezar 171 kes bo cara yekem deng bidin.

 

Li seranserê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, 180 hezar û 896 sindoqên dengdanê hatibûn danîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst