Derbarê Semra Guzel de biryara girtinê hat dayîn

24-03-2022
RÛDAW
Nîşan Semra Guzel HDP Amed Tirkiye Bakurê Kurdistanê PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serdozgeriya Komarê a Enqerê derbarê Parlamentera HDPê ya Amedê Semra Guzel ku li Parlamentoya Tirkiyê parêzbendiyê wê hatibû rakirin biryara girtînê da.

Li gor agahiyan Serdozgeriya Komarê a Enqerê derbarê parlamentera HDPê Semra Guzel ku bersiva daxwaza îfade dayînê nedaye û li navnîşana xwe nehatiye dîtin ji Dadgeha Ceza û Sulhê xwest ku biryara girtinê bide.

Serdozgeriyê bi tometa “endamtiya rêxistina çekdarî ” bo Semra Guzel daxwaza biryara girtinê kir û Dadgehê jî ev biryar di cih de dît biryar da ku Semra Guzel bê girtin.

Li gundê Axçali yê Semsûrê 29ê Nîsana 2017ê di bombebaranekê de 4 gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dabûn û hatibû ragihandin ku yek ji wan jî Volkan Bora ye.

Li gorî medya Tirkiyê, di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Semsûrê ve hat kirin de, di telefona Volkan Bora de wêne hatine dîtin ku hinek ji wan bi Semra Guzel re kişandine.

Semra Guzel derbarê wan wêneyan de gotibû, “Di atmosfera erênî ya pêvajoya çareserî û aştiyê ya di navbera 2013-2015an de ku hatibû destpêkirin, mîna gelek kesên ku hewl dabûn zarok, dayîk, bav û hezkiriyên xwe bibînin, min jî hewl da ku xwe bigihînin Volkan Bora. Dema ez çûm herêma navborî ji aliyê du jinan ve hatin pêşwazîkirin. Ji ber şert û mercên ewlekariyê ji min re hat gotin ku divê ez cilûbergên wan lixwe bikim. Piştî ku ez demek sekinîm, ez hîn bûm ku ew li wê derê ye û me hev dît. Wêneyên ku ji çapemeniyê re hatine pêşkêşkirin, wêneyên wê hevdîtnê ne.”

Semra Guzel di hilbijartinên 24ê Hezîrana 2018an de wek parlamentera HDPê ya Amedê hatibû hilbijartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst