Bahçelî: Ez eniya Qeymeqamê Pasûrê maç dikim

23-01-2024
RÛDAW
Nîşan Devlet Bahçelî Pasûr Amed Mela Qeymeqam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê MHPyê Devlet Bahçelî piştgirî da qeymeqamê navçeya Pasûrê ya Amedê ku ji ber xutbeya înê li melayê mizgeftê dabû.

Hefteya borî Qeymeqamê Pasûrê Burak Akeller bi hinceta ku xutbeya înê ya fermî kêm xwendiye û beşa “şehîdan” jê derxistiye li mizgeftê li Mela M.K. dabû û ew birîndar kiribû.

Piştî bûyerê karvedan zêde bûn û gelek nerazîbûn li dijî qeymeqam hatin nîşandan.

Devlet Bahçelî îro di civîna partiya xwe ya parlamentoyê de axivî û derbarê bûyerê got:

“Bûyera li Pasûra Amedê hatiye berevajîkirin. Mela dema xutbe xwend, beşa ku rehmet ji şehîdan re dixwest jê derxistiye.

Qeymeqamê Pasûrê ku pêştir xutbe xwendibû mela hişyar kiriye.

Qeymeqamê Pasûrê kesekî paqij e û ez eniya wî radimûsim û spasiya xwe pêşkêşî dê û bavê wî dikim."

Serokê MHPyê herwiha bersiv da gotinên Serokê CHPê Ozgur Ozel ku gotibû “Dêrsim”.

Bahçelî û got, “Li Tirkiyeyê bajarekî bi navê Dêrsimê nîne. Tuncelî heye ku kesên dilên wan tunc in lê dijîn.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst