Li Tirkiyê 68 cîgirên wezîran hatin tayînkirin

22-06-2023
Mihemed Emîn Demir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Biryara tayînkirina 68 cîgirên wezîrên kabîneya nû ya Tirkiyê di rojnameya fermî de hat weşandin.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, piştî ragihandina kabîneya nû bi 19 rojan bo 17 wezîrên kabîneyê 68 cîgir tayîn kirin. Biryara Erdogan îro 22ê Hezîranê di Rojmaneya Fermî de hat belavkirin.

Bo cîgirtiya Wezîrê Navwe ya Tirkiyê, Bulent Turan, Parêzgarê berê yê Şirnexê Mehmet Aktaş, Parêzgarê berê yê Amedê Munir Karaloglu û Mehmet Saglam hatin tayînkirin.

Cîgirên Wezîrê Xezîne û Darayî Mehmet Şimşek jî Abdullah Erdem Cantimur, Îsmail İlhan Hatipoglu, Osman Çelik û Zekeriya Kaya hatin tayînkirin.

Parlamenterê berê yê Semsûrê Ahmet Aydin jî weke cîgirê Wezîrê Kar û Ewlehiya Civakî hat diyarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst