ROJEVA TIRKIYE – ‘Îdiaya Kalikê Erdogan diz e’

21-12-2017
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk rojeva Tirkiyê radigihîne
Rawîn Stêrk rojeva Tirkiyê radigihîne
Nîşan Rojeva Tirkiyê Amerîka Vîze Orşelîm PKK Erdogan Bîn Zayed
A+ A-

Bîn Zayed: Kalikê Erdogan diz e


Di rojeva Tirkiye de çend mijarên ku bi tundûtujî têne gengeşekerin li ser rojnameyan jî weke manşet hatine ragihandin. Twîteke Wezîrê Derve yê Yekîtiya Mîretiyên Ereban Bîn Zeyd li Tirkiye di asta herî bilind de dibe hedefa rexne û tometên giran.


Daxuyaniya Serokê Amerîkayê Donald Trump a di derbarê dengdana Orşelîm de li Neteweyên Yekbûyî duyemîn mijar e ku di rojev û rojnameyan de herî zêde tê şirovekirin.


Wezîrê Karên Derve yê Yekîtiya Mîretiyên Ereban Bîn Zeyd ldi twîteke xwe de tiştekî balkêş nivîsî û bu hedefa rexne û tawanên Tirkiye. Bîn zeyd di twîta xwe de wiha dibê: “Hun dizanin ku Fahrî Paşayê Tirk di sala 1916an de mafên xelkê Medînetul Munevvere rapêç kirine, malê wan diziye, ew revandine, ji Şamê heta Stenbolê seferberî îlan kiriye û destnivîsên li Medîneyê dizîne. Ew kes jî kalikê Erdogan e”


Parvekirina wê twîtê ji alî Wezareta Derve ya Tirkiyê ve di asta herî bilind de bersiva xwe dibîne Erdogan di gotara xwe ya dawîn de gotinên giran li hemberî Zayed bikaranîn û got, “Te ne paşa naskiriye, ne bavûkalên me û ne jî te Erdgan naskiriye.”

 

Manşet:


Sabah: Dema paşê Medîne parast bavûkalên te li kû bûn


Rojanameyê di maşeta xwe de nivîsandiye: Ji Serokomar Erdogan berteg li hemberî Wezîrê Derve yê Yekîtiya Mîretiyên Ereban ji bo Fahreddîn paşa: “Pêşî hedê xwe zanibe. Te ew milet û Erdogan û bavûkalên Erdogan hîç nasnekiriye. Dema paşa Medîne diparast kalikên te li ku bûn. Paşa emanetên pîroz parastin da ku nekevin destê dagirkerên rojavayî. Ma bila emanet biçûn rojava ew cihên malûm?”

 

Star: Bersiva dîrokî ji bo prensê bê hed

 

Rojnameya Star jî ev mijar kiriye manşet û ragihandiye: Erdogan bersiva Wezîrê Derve yê Yekîtiya Mîretiyên Ereban Bîn Zayed da ku ji bo Fahreddîn Paşayî gotibû ew diz e. Dema Fahreddîn Paşa Medîne diparast ecdadê te li ku bû.

 

Yenî Şafak: Ceddê te li ku bû?

 

Li ser heman mijarê rojnameya Yenî Şafakê jî gotiye: Serokomar Erdogan bersiveke giran da Wezîrê Derve yê Yekîtiya Mîretiyên Ereban ku hekaret li parêzvanê qehreman ê Medîneyê Fahreddîn Paşa kiribûn: Ey ewên ku îftirayan lime dikin, dema ku Fahreddîn Paşa bajarê Medîne diparast kalikên te li ku bûn ey belengazo.

 

Akît: Ji Erdogan midafaya Medîneyê

 

Rojnameya Akîtê jî nivîsandiye: Erdogan bersiva Wezîrê Derve yê Yekîtiya Mîretiyên Ereban yê ku bi toka sîyonîstan digere da bi tundî da ku wî Fahreddîn paşa kiribû armanca xwe:  Ey belangazê ku li hemberî me îftirayan dike! Dema ku ceddê min mudafaya Medîneyê dikir, cedê te li ku derê bû. Hedê xwe zanibe.

 

Guneş: Hedê xwe zanibe belengaz

 

Serokomar Erdogan bi gotinên weke kulman bersiva wezîrê derve yê YKEê da ku zimandirêjî di derbarê Fahreddîn Paşa de kiribû.

 

Takvîm: Bi xwarina kuliyan parast


Rojnameya Takvîmê jî ev mijar wiha da: Fahreddîn Paşa, kulî bi leşkerên xwe dan xwarin, hezar cefa kişand lê nehîşt ku sancaxa Medîneyê bikeve erdê. Erdogan jî bersiva wezîrê Wezîrê Derve yê Yekîtiya Mîretiyên Ereban bi awayê herî baş da. Dema me şer dikir bavûkalên te li ku derê bûn.

 

Gotara Trump

 

Li nava Tirkiye mijara ku weke duyemîn babeta sereke tê nirxandin jî dengdana di derbarê Orşelîm de ya li Neteweyên Yekbûyî û gotara Trump e. Piştî ku Trump gefa mûçe birînê li welatên ku li hemberî DYAyê xwar, ji rayedarên Tirkiye jî bersivên bi lez û tund hat. Erdogan û Çavuşoglû di gotarên xwe de rexneyên giran li Trump û DYAyê girtin.

 

Vatan: Sakîn be kovboy

Tirkiye biryara Orşêlim veguhestibû bo Neteweyên Yekbûyî (NY). Pêşî nûnera DYAyê li NYê bi reya emailekê hemû welat hişyar kirin da ku ewê mûçeya wan welatan bibirin heke li hemberî Amerîkayê deng bidin. Pişt re jî Trump bi birina mûçeyê gef xwar.

 

Mîllîyet: Gef ji Cîhanê

 

Rojnameya Milliyetê wiha behsa mijara Orşelîm dike: Beriya dengdana biryara Orşelim, Trump gefa  birîna mûçeyê xwar li hemberî welatên ku ewê di dengdanê de dijberiya Amerîka bikin. Nûnera DYAyê Haley jî dîplomat hayîdar kirin ku wê dengdana wan bête raporkirin.

 

Yenî Çag: Ji DYAyê peyama gafxwarinê

 

Rojnameya Yenî Çag jî nivîsandiye: Nûnera Amerîka li Neteweyên Yekbûyî û Trump beriya dengdana Orşelim peyam dan dîplomatan; çavê me li ser we ye.

 

Karar: Ezê we ji Trump re bêjim


Rojnameya Karar jî li ser vê mijarê ragihandiye: Dîplomasiya Trump a gefxwarinê ku di stratejiya ewlehiya netewî de jî piştrast kiribû vê carê li Neteweyên Yekbûyî berdewam dike. Nûnera Amerîkayê beriya dengdana Orşelim bi 24 seatan ji welatên endam re nameyeke şantajê şand: Ezê navê wan welatan bi Koşka Spî re parve bikim ku li hemberî me deng bidin.


Ortadogû: Urşelim li dadê digere


Rojnameya Ortadogu nivîsandiye: Biryara DYAyê ya bê hiqûq û neheq vê carê li Neteweyên Yekbûyî tê guftûgokirin. Amerîkaya ku ewê derbeyeke giran ya weke ku li Lijneya Ewlehiyê xwaribû bixwe, bi gef û şantajan hewl dide ku bandorê li dengê welatan bike.


Erdogan stratejiya netewî ya welatê xwe ragihand


Serokomarê Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan di gotara xwe de ku wezîrê ereb bi giranî şermezar kiribû, di heman demê de stratejiya netewî ya welatê xwe jî eşkere kir. Erdogan rexne li Trump kir da ku ew her tiştî ji bo Amerîkayê helal dibine û stratejiya xwe jî bi sembola rabîayê ragihand. Erdogan got ji bo wan stratejiya netewî ya ewlehiyê ji 4 tiştan pêk tê: Yek dewlet, yek al, yek millet, yek niştiman. Erdogan got, kî nêzikî van her çar hesesiyetên wan bibe ewê destê wan bişkînin.

 

 

Mîlat: Emê destê wan bişkînin


Rojnameya Mîlat nivbîsandiye: Stratejiya ewlehiya netewî ya Amerîkayê: Her tişt ji bo Amerîka ye, “Ya me jî Yek dewlet, yek al, yek millet, yek niştiman e. Heke her kî nêzikî yek benda ji van bibe emê destê wan bişkînin.”


Doza Reza Zarraf


Doza Reza Raraf piştî 3 hefteyan gihîşt qonaxa biryara dawîn. Piştî îfade û darazê juriya dadgehê kom bû û hîna jî berdewam e. Ew mijar jî li ser medya ya Tirkiye hîna jî cihê xwe diparêze. Çaverê ye ku ew biryar jî îro bê ragihandin.


HDP behsa sûîkastan dike


Parlementerê HDPê yê Stenbolê Garo Paylan, li parlementoyê daxuyaniyek da û diyarkir ku hin agahiyên îstihbarî gihîştine destê wan da ku li Ewropa amadekariya sûîkastan tê kirin. Paylan dibê amadekarî tê kirin da ku li hemberî mixalîfên ku çûne Almanyayê sûîkast bêne kirin. Paylan got agahiyên ciddî di destê wan de ne. Paylan got grûbeke ku navenda wê li Tirkiyeyê ye, ji bo kurd, elewî û mixalîfên Tirkiyî ku li Ewropayê dijîn ketine nav liv û tevgerê.


Cumhuriyet: Amadekariyên sûîkastê têne kirin


Rojnameya Cumhuriyetê wiha cih da vê mijarê: Parlementerê HDPê Paylan da zanîn ku ew agahiyên ku gihîştine wan piştrast in û wan ew agahî jî bi wezareta karên derve û bi MÎTê re jî parvekirine.

 

Doza Akademisyenan berdewam e

 

Akademisyenên ku bi hinceta belavoka aştiyê ji zankoyan hatibûn bidûrxistin têne darizandin. Li Stenbolê doz berdewam dike.

 

Goştê hespan bi leşkeran dane xwarin

 

Parlementerê CHPê Sezgîn Tanrikûlû ragihand ku li baregeheke leşkerî ya deryayî goştê hespan bi leşkera dane xwerin.

 

Posta: Heyf û xebînet


Eşkere bû ku li Fermandeya Deryayî ya Golcukê 4 hezar û 500 kîlo goştê ku bi leşkeran dane xwarin goştê hespan bûye.

 

Korkusûz: Ji Qerawanayê 4 ton goştê hespan derket


Tirkiye ew jî dît. Ji kodika goştê ku li leşkeran hatiye belavkirin, goştê hespan derket. Wezîr Canîklî jî ew rezalet piştrast kir.

 

Ji bo 15 leşkeran cezayê muebetê

 

Di çarçoveya dozên ku layengirên Fetullah Gulen têne darizandin de cezayê giran derket. 15 leşkerên ku di şeva derbeyê de hewl dabûn ku navenda AKPê ya li Stenbolê dagir bikin li ber dadgerbûn. cezayê muebetê li 15 leşkeran hat sepandin.     

                                                                                                                                                                                                                                                                 

Yenî Birlik: Reqsa DYAyê bi DAIŞê re

 

Rojnameya Yenî Birlik ragihandiye: Fermandarê Hêzên Hevpeyman Dîllon pirsa di derbarê wê mijarê de bersivand ku endamên DAIŞê di jêr kontrola HSDê de ji Reqayê derketibûn. Dîllon got ku wan ew bi awayekî biyometrîk tomarkirine û heta niha jî tu kesek ji wan beşdarî tu çalakiyan nebûne.

 

Aydinlik: Tirsa PKK-PYDê ya lihevkirinê…


Rojnameya Aydinli daxuyaniya Serokê Sûriyê Beşdar Esed wiha da: Daxuyaniya Esed PKK û PYD xist nava telaş tirsê ku wî kurdên ku hevkariya DYAyê dikin weke xayîn binavkiribû. PKK radigihîne ku Esed sînyala şîn pêxistiye di derbarê operasyona ku Tirkiye li hemberî Efrînê bike.

 

Pîrozbahiya Sersalê li Texsîmê qedexe ye

 

Midûriyeta Ewlehiyê ragihand ku ji ber sedemên ewlehî, pîrozbahiyên sersalê yên li Texsîmê hatine qedexekirin.


Bîr Gûn: Alerjiya sersalê zû destpêkir

 

Endamekî DAIŞê li Hatayê hatiye girtin.


Ragêşiya di navbera Kiliçdaroglû Suleyman Soylû de berdewam dike.


(A.B)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst