Amed (Rûdaw) - Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim li Amedê tevli “mitînga Qudsê” bû û dewleta Îsraîlê şermezar kir. Rêveberên HUDA-PARê jî AK Partiyê bi nejidiliyê sûcdar kirin û gotin: “Ger hûn evqas ji dil in, fermo hemû peymanên bi Îsraîlê re betal bikin.”
Serokwezîrê Tirkiyeyê Bînalî Yildirim, li Qada Stasyonê ya Amedê tevli mitînga "Hevdîtina Mezin bi Qudsê re" bû. Yildirim, bi rengê Diyarbekirsporê derkete pêşberî xelkê û ji Amediyan re got wî silavên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan bo wan aniye.
Serokwezîrê Tirkiyeyê Bînalî Yildirim, di mitîngê de Îsraîlê bi kuştina zarokên bê guneh sûcdar kir û got ew dê tu caran dev ji doza Filistînê û Orşêlimê (Quds) bernedin. Yildirim, ji Amediyan jî xwest piştgiriya xwe ya ji bo Orşêlimê nîşan bidin.
Serokwezîrê Tirkiyeyê Bînalî Yildirim wiha axifî: “Îro ji bo ku em lenet li zilma Îsraîlê bînin û piştgiriya xwe ya ji bo gelê Filistînê nîşan bidin li vir in. Em li bajarê dîrokê Diyarbekirê ne. Ez ji Diyarbekirê silav dişînim Qudsê. Li Diyarbekirê bi zarokên Silhedînê Eyûbî re, Qudsê, Mescîdî Aksayê bi bîr tînim. Quds Silhedînê Eyûbî baş nas dike. Yên ku çav berdane axa pîroz Qudsê, ew ê ku li wê derê xwîn rijandine, Silhedînê Eyûbî baş nas dikin. Ez ewladê we fatîhê Qudsê Silhedînê Eyûbî, bi rêzdarî bi bîr tînim. Ez wê Îsraîla ku filistîniyan dikuje jî şermezar dikim, neletê lê dibarînim. Îsraîl dê ji ber kuştina zarokên bê guneh tim û tim ji xwe şerm û heya bike. Îro berpirsyariya dikeve ser milê me ev e; divê em mil bidin hev û li dijî zilmê, li dijî zaliman rawestin.”
Rêveberên Partiya Doza Azad (Huda-Par) jî mitînga AK Partiyê ya derbarê Orşêlimê de rexne kir. HUDA-PARiyan bi bîr xist ku herî zêde peymanên bi Îsraîlê re di dema hikûmeta AK Partiyê de hatine îmzekirin û got; ger AK Partî jidil e, bila hemû peymanên bi Îsraîlê re demildest betal bike.
Derbarê vê mijarê de Endamê Lijneya Rêveberiya Giştî ya HUDA-PARê Vedat Turgut ji Rûdawê re wiha got: “Êdî peyv pere nake. Êdî gotin milet tatmîn nake. Lewre heta niha hem Serokomar, hem Serokwezîr û hem jî hin partî hinek rexneyan anîn ziman. Lê belê ev helwest ne ya partiya desthilatdariyê ye vê helwestê nîşan bide. Desthilatdarî divê hinek gavên pratîk bavêje. Lazim e hemû peymanên navbera wan û Îsraîlê de bên qutkirin. Serokomar îro dibêje Îsraîl dewleta terorê ye. Wê çaxê bila helwesta xwe berbiçav nîşan bidin. Lewre bi dewleta terorê re mirov peymanan çênake.”
AK Partiyê bi beşdariya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan roja înê jî li Yenîkapiya Stenbolê mitînga Orşêkom li dar xistibû û Îsraîlê bi tundî şermezar kiribû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse