Ji ber parvekirina Alan Kurdî, bertek bo Kaftancioglu

20-04-2021
RÛDAW
Nîşan Cana Kaftancioglu Alan Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Seroka CHPê ya bajarê Stenbolê Canan Kaftancioglu ji ber parvekirineke debarê mijara 128 milyar dolarî de ku li ser wêneyê Alan Kurdî dabû nîşandan, rastî bertekan hat.

Li Tirkiyê bi rojan e di navbera opozîsyon û hikûmetê de mijara 128 milyar dolarî bûye sedema nîqaşan û parvekirina Seroka CHPê ya bajarê Stenbolê Canan Kaftancioglu di derbarê mijarê de bu sedema bertekan.

Canan Kaftancioglu li ser hesabê xwe yê Twitterê bi hastaga “Berpirsiyar Erdogan e” çend wêneya parvekir û li ser wêneyan pirsa “128 milyar dolar li kê derê ye?” hatibûn nivîsandin.

Lê li ser wêneyekî ku Kaftancioglu parvekiribû jî wêneyê Alan Kurdî yê dema dixwest biçin Ewropayê, keleka ku lê siwarbûbûn binav bû û cesedî wî di 2 Îlona 2015an de li beravên Bodrumê hatibû dîtin hebû. Wêneyê Alan Kurdî li seranserê cîhanê deng da.

Gelek kes li ser medya civakî ji ber ku bikaranîna wêneyê Alan guncaw nabînin bertek nîşanî parvekirina Kaftancioglu dan.

Wezîra Malbat, Kar û Xizmetên Civakî ya Tirkiyê, Zehra Zumrud Selçuk û Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul jî li bin parvekirinê sîrove kirin û bertekên xwe anîn ziman.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst