Derbarê parlementera berê ya HDPê biryara girtinê hat dayîn

20-01-2021
RÛDAW
Nîşan Hatice Kocaman HDP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Derbarê parlementera berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Sêrtê Hatice Kocaman de biryara girtinê hat dayîn.

Di doza ku ji ber lêpirsîna bi hinceta “terorê hatibû vekirin” de biryar hat dayîn ku parlementera berê ya HDPê Hatice Kocaman bê girtin.

Doz li Dadgeha Cezaya Giran a 9emîn li Amedê çêbû. Hatîce Kocamana ku bêyî girtin tê darizandin, ligel parêzerê xwe beşdarî dozê bûn.

Kocaman tiştên pê tê sûcdarkirin qebûl nekir û xwest ew bê berdan.

Dadgehê biryar da ku ew bê girtin û doz jî bê paşxistin.

Di îdianameyê hatî amadekirin de derbarê Kocaman de bi hinceta “endamtiya rêxistina terorê ya çekdar” ji 7 sal û nîvan heta 15 salan cezayê girtîgehê tê xwestin.

Hat ragihandin Kocaman dê piştî karûbarên yasayî bê girtin û wê bişînin girtîgehê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst