Recep Tayyîp Erdogan kî ye?

19-06-2018
RÛDAW
Berbijêrê Hevpeymaniya Cumhûr a AK Partiyê û MHPê yê serokomariyê Receb Tayyîp Erdogan
Berbijêrê Hevpeymaniya Cumhûr a AK Partiyê û MHPê yê serokomariyê Receb Tayyîp Erdogan
Nîşan Erdogan AK Partî Serokomar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li gorî rapirsî û şîroveyên siyasî, di hilbijartinên 24ê Hezîranê yên serokomarî û parlamentoya Tirkiyê de, berbijêrê Hevpeymaniya Cumhûr a AK Partiyê û MHPê yê serokomariyê Receb Tayyîp Erdogan, weke berbijêrê herî bihêz tê binavkirin.

 

Li gorî şîrovekarên siyasî, encamên hilbijartinên 24ê Hezîranê çi dibe bila bibe, Erdogan zû bi zû dest ji desthilatê bernade û ji bo ku dîsa bê hilbijartin, çi ji destê wî bê, wê bike.

 

Serokomarê Tirkiyê û Serokê AK Partiyê Erdogan kî ye?

 

Receb Tayyîp Erdogan di 26ê Sibata 1954ê li Stenbolê jidayîk bûye.

 

Sala 1965ê xwendina seretayî li Stenbolê temam kiriye û sala 1973ê amadeyiya pêşnimêjê temam kiriye.

 

Di salên 70an de lîstikvanê futbolê bûye. Sala 1978ê li gel Emîne Erdogan zewicî ye û bavê 4 zarokan e.

 

Sala 1981ê beşa aborî li zanîngeha Marmarayê xwendiye lê gelek alî Erdogan tometbar dikin ku zanîngeh nexwendiye.

 

Sala 1983ê tevlî partiya Refahê bûye û sala 1998ê ji ber xwendina helbestekê 10 mehan hatiye zindanîkirin.

 

Sala 2001ê Partiya Dad û Geşepêdanê AKP damezrand û sala 2002ê AK Partî bû desthilat.

 

Sala 2003an Erdogan bû serokwezîrê Tirkiyê.

 

Erdoğan di dema desthilata xwe de soza çareserkirina pirsgirêka Kurd da, şerê di navbera artêşa Tirkiyê û PKKê de rawestiya.

 

Sala 2011ê Erdogan ji ber komkujiya Dêrsimê lêborîn xwest, sala 2011ê serdana Başûrê Kurdistanê kir û beşdarî vekirina balafirxaneya Hewlêrê bû. Sala 2013ê li Amedê dîdarekî dîrokî li gel Mesûd Barzanî encam da.

 

Sala 2014ê bû serokomarê Tirkiyê.

 

Sala 2015ê şerê PKKê û artêşa Tirkiyê dîsa destpê kir.

 

Erdogan berbijêrê niha yê Hevpeymaniya Cumhûr e ji bo posta serokomariyê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst