Ayhan Bilgen: Berî 15ê Tîrmehê di navbera HDPê û CHPê de muzakere hatin kirin

19-05-2022
RÛDAW
Nîşan SES Ayhan Bilgen CHP HDP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Dengê Tirkiyê (SES) Ayhan Bilgen di bernameyeke televîzyonê de îma kir ku berî hewldana kudetaya 15ê Tîrmehê li Tirkiyê di navbera HDP û CHPê de li ser "rakirina parêzbendiyên parlamenteran" hevdîtin hatine kirin.

Serokê Giştî yê SESê Ayhan Bîlgen di bernameya kanala TVNETê de têkildarî rojevê daxuyanî da.

Moderatorê bernameyê li ser hevdîtina HDPê û CHPê ya berî kudetaya 15ê Tîrmehê got, "Nêzî 2 mehan berî kudetaya 2016an di hevdîtina CHP û HDPê ya ku li ser parêzbendiya parlamenteran hat kirin de, rayedarên HDPê ji CHPê ra gotin, piştgiriya we ji bo rakirina parêzbendiyê dibe ku rêya wê veke ku hem ji nav me hem jî ji nav me parlamenter bên darizandin û bibe sedema encamên din.

CHPê jî di bersivê de got, meraq nekin, piştî ku parêzbendî bê rakirin hikûmet derfetê nabîne ku tiştekî wiha bike.”

Moderator her wiha anî ziman, “Em dizanin piştî mehek an du mehan kudeta hat kirin. Tiştekî wiha qewimî?"

Ayhan Bîlgen li ser vê pirsê diyar kir ku wî tiştekî wisa bihîstiye.

Bilgen destnîşan kir ku ew beşdarî hevdîtinên di navbera CHP û HDPê de nebûye û got, "Lê yek ji wan agahiyên me bi dest xistine ku çend navan roleke taybet lîstine ji bo îqnakirina CHPê li ser rakirina parêzbendiyê. Agahiyên me hene ku CHP bi awayekî qanih bûye. Ev ne tiştekî wisa ye ku em ji çavkaniyan piştrast bikin."

Bilgen her wiha bal kişand ser wê yekê ku Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu wê demê li dijî rakirina parêzbendiyan bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst